Ayşe Surucu: Biryara qedeya lîstîka 'Bêrû' bêtehamulî ye

  • 15:10 14 Mijdar 2020
  • Çand û Huner
RIHA - Walîtiya Rihayê jî lîstika şanoyê ya bi navê “Bêrû” qedexe kir. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu bertek nîşanî biryarê da û got: "Eşkere xuya ye ku ev biryara qedexeyê li dijî zimanê kurdî ye. Her ku êrişên li dijî ziman û kurdan zêde dibin."
 
Lîstika şanoyê ya bi navê “Bêrû” ya ji aliyê Koma Teatra Jiyana Nû ve tê lîstin wê îro li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê derketa ser dike. Lê Walîtiya Rihayê jî wek Qeymeqamiya Gaziosmanpaşaya Stenbolê lîstik qedex kir. Baroya Rihayê ragihandibû ku Walîtiyê nîşandana lîstikê qedexe kiriye. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu bertek nîşanî qedexekirina lîstikê da.
 
Ayşe destnîşan kir ku qedexekirina lîstika “Bêrû” ya bi kurdî bêtehamuliya li hember ziman û çanda kurdî ye û got: “Ev jî polîtîkaya qedexeyê ye. Bêtehamuliya li hember zimanê kurdî didome. Ev lîstik bi tirkî jî hatiye amadekirin û bi destûra Wezareta Çandê hatiye pêşandan. Çima pêşandana vê lîstikê bi tirkî normal e, lê bi kurdî dema tê lîstik qedexe ye. 
 
Eşkere xuya ye ku ev biryara qedexeyê li dijî zimanê kurdî ye. Her ku êrişên li dijî ziman û kurdan zêde dibin, ziman û çanda kurdan jî tê qedexekirin. Qedexeya lîstikan jî van êrişên nijadperest asayîttir dike. Dixwazin gav bi gav zimanê kurdî ji holê rakin. Lê çi dibe bila bibe divê em jî hin bêtir xwedî li ziman û çand û dÎroka xwe derkevin.”