'Em bi çand û hunera xwe serbilind in'

  • 09:03 14 Mijdar 2020
  • Çand û Huner
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Fatma Hesen a li Taxa Şêx Meqsûdê jina yekemîn e ku li daholê dide da zanîn ku ew bi çand û hunera xwe serbilind in û wiha got:"Dema ez li daholê didim hêz û baweriyek pir mezin di kesayeta min de çêdibe û ez bi çand û hunera xwe serbilind im." 
 
Jina ciwan a bi navê Fatma Hesen a 18 salî ye û ji Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ye û cihê xwe di navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunera Helebê de digire li daholê dide. Fatma ya ji biçûkaniya xwe de ji  çand û foklora kurdî hez dike yekem jin e ku li Taxa Şêx Meqsûdê li daholê dide. Fatma li kêleka daholê li gelek amûrên mûzikê dide. Fatmayê têkildarî hunera xwe axivî. 
 
'Çanda me ya kurdewarî gelek dewlemend e'
 
Fatmayê di detpêka gotina xwe de bal kişand ser girêdan û hezkirina xwe ya çanda kurdî û wiha domand: "Ez gelekî girêdayî çanda xwe me û pir zêde ji folkolorî kurdî hez dikim, loma ez cihê xwe di nava kar û xebatên çandê de digirim. Armanca min a esasî jî ew e ku ez xwe di karê çandê de pêş bixînim û bibim pispor. Çanda me ya kurdewarî gelek dewlemend e. Divê em xwedî li wê dewlemendiyê derkevin û di hemû warên jiyanê de bidin jiyîn. Ew çanda dewlemend a ku dayik û dapîrên me ji me re hiştine em dixwazin her nûjen bihêlin û nifşek derbasî nifşek din bikin. Mirov bi çanda xwe heye û hebûn bi çandê re gengaz e. Ji bo wê jî wek jinek kurd ez ê xwedî li çanda xwe derkevim."
 
'Ez bi çand û hunera xwe serbilind im'  
 
Fatmayê di dewama gotina xwe de behsa amûrê ku lê dide kir û wiha pê de çû: "Dahol di çanda kurdan de pir kevnar e û ji bo min jî dahol cihekî wê yê taybet heye. Ev du sale ez li daholê didim û di her çalakiyê de ez bi dahola xwe tevlî dibim. Di dema borî de tiştên wiha di nava civakê de gelek şerm bû ku jin çawa cihê xwe di xebatên wiha de bigire, lê piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ew hişmendî guhert û jin di hemû warên jiyan û xebatê de pêşengtiyê dike. Dema ez li daholê didim hêz û baweriyek pir mezin di kesayeta min de çêdibe. Min hemû sînorên ku di civakê de li ser jinê dihat ferzkirin derbas kir. Her wiha ez li kêleka daholê li gelek amûrên mûzîkê yên cur bi cur didim. Bi rastî jî dema ez bi çanda xwe ya kurdawarî radibim pir dilşad dibim û ez bi çand û hunera xwe serbilind im."
 
'Di şer de jî me pirovayên xwe ava dikir' 
 
Fatmayê herî dawî  diyar kir ku ew di şerê Taxa Şêx Meqsûdê de jî pirovayên xwe yên çandê dewam dikir û wiha bi dawî kir: "Em niha di qonaxeke pir hesas û girîng re derbas dibin. Dijmin bi her awayê êrîşî me dike û dixwaze çanda me tune bike. Girêdana me bi çanda me re piroz û mezin e. Di dema şerê taxa Şêx Meqsûdê de em ji taxa xwe derneketin û me dîsa pirovayên xwe dida meşandin û bi awayekî veşartî me dikir. Dijmin tucaran nikare çanda me qir bike, ji bo wê divê em hemû bi hev re xwedî li çand û hunera xwe derbikevin, biparêzin û belav bikin."