'Bi xwendina pirtûkan em wateya jiyanê fam dikin'

  • 09:05 4 Mijdar 2020
  • Çand û Huner
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Jinên ku tevlî pêşengeha pirtûkên Rêberê PKK’ê Abudullah Ocalan bûn, derbarê watedariya lidarxistin vê pêşengehê de wiha gotin:"Armanca me ya pêşengehê belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo ye û hemû pirtûkên Rêber Apo di vê pêşengehê de hene. Bi xwendina pirtûkan mirov wateya jiyan û civaka xwe nas û fêm dike."
 
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşma “Êdî bes e ji dagirkeriyî, tecrîd û faşîzmê re dem dema azadiyê ye” pêşengeheke pirtûkên Rêberê PKK’ê Abudullah Ocalan li Qada Cebanat a ku dikeve Taxa Şêx Meqsûd li Helebê li dar xist. Bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl û nûnerên partiyan di pêşengehê de amade bûn. Cihê pêşengehê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abudullah Ocalan û alên Kongreya Star, her wiha pankertên bi nivîsa ”Em ê faşîzmê tune bikin û demokratiyê pêk bînin” hatibû xemilandin. Jinên ku tevlî pêşengehê bûne nêrîna xwe bi me re parve kirin.
 
'Armanca pêşengehê ew e ku em fikrê azad belav bikin'
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star Eminê Xidir bal kişand li ser armanca wan a vekirina vê pêşengehê û wiha got: "Ev bû çend roj me pêşengeha pirtûkên Rêber Apo li dar xistiye. Piştî 10 salan şerê li Sûriyeyê me dît ku gel ji xwendinê dûr ketine. Weke Rêxistina Kongreya Star, me xwest ku bi vê însiyatîfê em rabin.  Em hemû jinên taxa Şêx Meqsûd bi yek dengî banga rizgarkirina Rêber Apo dikin. Divê dewletên navneteweyî jî ji bo Rêber Apo helwest bidin nîşandan. Em li pey fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Rast e Rêber Apo weke fîzîkî di hundir zindanê de ye, lê bi milyonan mirov li ser fikir û felsefeya wî dimeşin. Em ê her xebat bikin ji bo ku felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bibe. Cara yekemîne li taxa Şêx Meqsûd pêşengehek bi vê rengî tê vekirin."
 
'Hemû pirtûkên Rêber Apo di vê pêşengehê de hene'
 
Endama Mala Jinê ya bi navê Perîşan Reşîd li ser pêşengehê, pirtûkên di pêşengehê de hene û bernameya wê wiha got: "Di vê pêşengeha pirtûkên Rêber Apo de nêz 250 pirtûk me çap kirine û me anîn pêşengehê, lê hîn jî pirtûk tên çapkirin. Kesên ku tên serdana pêşengehê dikin gava ku pirtûkekî ji xwe re hildibijêrin em didin wan. Li kêleka pirtûkan wêneyên Rêber Apo jî hene. Ev pirtûk nayên firotin, tenê ji bo xwendinê em pêşkêşî gel dikin. Çimkî armanc ew e ku em fikrê azad bi gel bidin naskirin û di nava taxên Helebê de belav bibe. Divê jinên me ji xwe re xwendina pirtûkan esas bigirin, da ku xwe û  civaka xwe zana bikin. Pir jinên me hene derfetên wan tune ne ku werin tevlî perwerdeyan bibin, bi riya xwendina pirtûkan dikarin xwe perwerde bikin. Hemû pirtûkên Rêber Apo di vê pêşengehê de hene."
 
'Bi xwendina pirtûkan em wateya jiyanê fam dikin'
 
Jina bi navê Zelûx Şêx Qember a ku beşdarî pêşengehê bûye, bang li hemû jinan kir ku pirtûkan bixwînin û zanista xwe xurt bikin û wiha bi dawî kir: "Di destpêkê de tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin em şermezar dikin. Ne edalet e ku mirovekî mîna Rêber Apo xwediyê felsefe û azadiyê di zindanê de be. Ez pir ji pirtûkên Rêber Apo hez dikin, min hejmarek ji pirtûkan xwendiye. Dema ku mirov pirtûkên Rêber Apo bixwîne bi rastî guhertineke baş di kesayeta mirovan de dide çêkirin. Bi xwendina pirtûkan em wateya jiyanê fam dikin. Rastiya jiyan û civakê bi me dide nasîn. Ji bo wê divê em pirtûkên Rêber Apo zêdetir bixwînin û belav bikin. Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo em ê her têbikoşin."