Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Barcelonayê pêk hat

  • 12:16 16 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 4'emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Barcelonayê bi beşdariyeke xurt pêk hat.
 
4'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Barcelonayê di navbera 13 û 15'ê Kanûnê de pêk hat. Mîhrîcan bi beşdariyeke xurt û coş pêk hat. Di mîhrîcanê de fîlmên "Xwebûn", "Ax û Welat", "Rauf", "Haus ohne dach (Her mal dibistanek)" û "14'ê Tirmehê" hatin nîşandan.
 
Mîhrîcan ji aliyê Platforma Azadî ya Katalonyayê û Ivardîa Prodûccîons ve hat lidarxistin. Endamên Mîhrîcana Fîlman a Amedê jî beşdarî mîhrîcanê bûn û biryar wergirtin ku karekî hevbeş bikin.
 
Di festîvalê de her wiha pirtûka enternasyonal a "Make Rojava Green Again" hate pêşandan. Her wiha panelek jineolojiyê jî di mîhrîcanê de hat lidarxistin.