Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Barcelonayê pêk hat 2019-12-16 12:16:18   NAVENDA NÛÇEYAN - 4'emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Barcelonayê bi beşdariyeke xurt pêk hat.   4'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Barcelonayê di navbera 13 û 15'ê Kanûnê de pêk hat. Mîhrîcan bi beşdariyeke xurt û coş pêk hat. Di mîhrîcanê de fîlmên "Xwebûn", "Ax û Welat", "Rauf", "Haus ohne dach (Her mal dibistanek)" û "14'ê Tirmehê" hatin nîşandan.   Mîhrîcan ji aliyê Platforma Azadî ya Katalonyayê û Ivardîa Prodûccîons ve hat lidarxistin. Endamên Mîhrîcana Fîlman a Amedê jî beşdarî mîhrîcanê bûn û biryar wergirtin ku karekî hevbeş bikin.   Di festîvalê de her wiha pirtûka enternasyonal a "Make Rojava Green Again" hate pêşandan. Her wiha panelek jineolojiyê jî di mîhrîcanê de hat lidarxistin.