Ji şaredariya Yenîşehîrê ji bo her taxê projeya pirtûkxaneyê

  • 09:09 13 Tebax 2019
  • Çand û Huner
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Şaredariya Yenîşehîrê bi dirûşma ‘çanda me mala me ye’ projeya pirtûkxaneyê ket jiyanê. Hevşardar Belgîn Dîken ji bo piştgiriya projeyê bang li welatî, nivîskar, weşanxane û pirtûkxaneyan kir û got: “Hûn dikarin ji bo pirtûkxaneyên me bexşa xwe ji bo şaredariya Yenîşehîrê bikin.”
 
Şaredariya Yenîşehîrê ya di hilbijartinên 31’ê Adarê de ket destê HDP’ê projeyên xwe yên der barê jin û zarokan de dike jiyanê. Şaredariyê bi dirûşma ‘çanda me mala me ye’ projeya pirtûkxaneyan xist jiyanê.
 
Hevşaredar Belgîn Dîken wiha got: “Me di vê çarçoveyê de kampanyaya xwe ya di rojên borî de daye destpêkirin, wê heta çileyê 2020’an berdewam bike. Em bi fikra li her taxê pirtûkxaneyek ketin rê.”
 
‘Li her taxê pirtûkxaneyek’
 
Belgînê wiha got: “Em ê pirtûkxaneya ewil li taxa Toplu Konut a Seyrantepeyê vebikin. Beriya qeyûm mala şînê li wir hebû. Niha em wir ji bo ciwanan dinirxînin. Me cih wek Aziziye, Cumhuriye û Gurdogan tercih kir. Gelek gîlî dihatin. Gelê me digot li wir ji bo ciwanan alternatîf tune ye. Em dixwazin bala ciwanan bidin pirtûkan û xebatên çandî. Her ku pirtûk bên em ê li taxên din jî pirtûkxaneyan vebikin.”
 
‘Wê pêşbirka çîrokan pêk bê’
 
Belgînê destnîşan kir ku ew girîngiyê didin çalakiyên çandî û di vî alî de li ser xebatan disekinin û got: “Em ê fîlm û belgefîlman nîşan bidin. Em ê li taxan bernameyên zarokan pêk bînin. Li gundan wê çalakiyên me yên werzîşê hebin. Bi vebûna dibistanan re em ê pêşbirka çîroka pêk bînin. Em ê vê di rojên pêş de bi rayagiştî re parve bikin. Her wiha em ê ji bo jinan xebatên sera, bazarên taxê, parqên jinan jî bidin destpêkirin.”