Xana Serçe ya dîrokî terkî qedera xwe hatiye kirin

  • 09:01 10 Tebax 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Xana Serçe ya dîrokî ya li gundê Durakbaşi ya Nisêbînê ye, demekê xana herî qerebalix bû û niha tenê çend xerabe li şûnê mane. Xana ku tê zanîn ji 12 Bedenî pêk tê, di roja îro de tenê bedenek wê li ser piyan maye.
 
Mêrdîna ku bi dîrok û çanda xwe wek derguşa şaristaniyan tê zanîn, li ser derê wê şopa dîrokê heye. Bi keşîşxane, dêr û avahiyên dîrokî piştgiriyek mezin dide turîzmê û her wiha gelek avahiyên dîrokî yên nayên zanîn jî hene. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li gundê Kasriserçehan Xana Serçe heye. Tê texmînkirin ku ev xana dîrokî Beriya Zanînê di navbera 530-570’ê de hatiye çêkirin û niha tenê bedenek ji vê xanê maye. Ji ber texrîbatê kevirên wê her tim ketine û gundiyan ji bo restorekirinê daxwaz kirin.
 
Tenê bedenek ma
 
Xana Serçe li navenda gund cih digire û li gel riya Îpekyolu ya dîrokî ye. Tê gotin ku karwan berê li wir bicih dibûn û ji 12 bedenan pêk dihat. Deriyekê wê li rojava, yek jî rojhilat bûye. Heta roja îro xan gelek carî hatiye texrîbkirin. Niha ji 12 Bedenan tenê yek maye û avahiyên din yên xanê bi xaniyan yan jî bi axê hatiye girtin. Ji ber texrîbkirinê kevirên wê her tim ketine û kevirên ketine jî gundiyan parastine. 
 
Gundî dixwazin bê parastin
 
Gundiyan da zanîn ku ev xan berê ji aliyê rayedaran ve gelek carî hatiye ziyaretkirin lê ji ber nêzî sînor bûye nehatiye restorekirin û gotin: “Ev demek dirêj e heye. Ji ber nêzî sînor e turîst naxwazin bên vir. Lê berê rayedarên dewletê pir hatin vir. Hemû kevirên wê niha li erdê ne. Nayê parastin. Divê ji bo ev avahî tunebe nebe bê parastin.”