Listîka bi du zimanan “Daweta bi xwîn”

  • 09:18 7 Tebax 2019
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut
WAN -Li Rojhilat û bakurê Kurdîstanê ji aliyê şanoya Fujan û şanoya Nûpelda ve dê  listîka Federico Garcia Lorca a bi du zimanan a bi navê “Daweta bi xwîn” bê listîn. Listîk dê di demeke nêz de bê pêşberî şanohezan. 
 
Li Wanê cara yêkem ji  Rojhilatê Kurdîstanê ji aliyê şanoya Fujan  û şanoya Nûpelda ve dê lîstîka bi du zimanan a bi navê “Daweta bi xwîn”  bê pêşberî şanohezan. Listîka ku bi  du zimanan bi kurdî û farsî dê bê listîn, ya Federico Garcia Lorca ku ji aliyê  derhenerê Rojhilata Kurdîstanê Gholam Reza Yari ve  hatiye amadekirin e.  Di listîkê de 12 listîkvan cih digirin. Di nava 12 lîstikvanên lîstikê de  8 jinên listîkvan cih digirin. Provayên lîstîkê 45 roj in bê navber didomin. Têkîldarî naveroka lîstîkê Dramaturga lîstîkê Narjes Estakhr û lîstîkvan Rojda Şengul axivîn.
 
‘Me bi taybetî zimanê kurdî û farsî hilbijart’
 
Dramaturg  Narjes Estakhr bi lêv kir ku ew girîngiyê didin listîkên Federico Garcia Lorca û got ku ev listîk di serdema navîn de jiyan û têkiliyên mirovahiyê radixe ber çavan û wiha vegot:”  Em wekî şanogerên Rojhilat bi taybetî girîngiyê didîn listîkên Federico Garcia Lorca. Federico Garcia Lorca di sala 1936’an de heta 1989’an listîkên herî hêja  û bi wate nivîsandine.  Di wan salan de civak di bin desthilatdariyê de bû û wekî koleyên zilimkaran dijiyan. Di wan salan de vîna mirovan dihat binpêkirin û gel nedikaribûn bi vîna xwe bizewicin û ne ji dikaribûn bi vîna xwe evîndar bibin. Listîka me bi du zimana ye. Me bi taybetî kurdî hilbijart. Ji ber ku hem kurdî û hem ji zimanê farsî zimanen herî zêde êş kişandine û ne azad in. Hem kurd û hem jî îranî di bin desthilatdariyê de ne. Ji ber wê jî me xwest em di vê listîkê de yekitiya zimanê farsî û kurdî nîşan bidîn. Mijara listîkê evîn û azadî ye. Ev listîk di van salan de li dijî jinan zilma mêran û edetên civakê vedibêje. Di listîkê de karakterên girîng jinin. Listîk êrîşên civakê yên li ser jinan vedibêje. Em xebatên listîkê bi kelecaneke mezin rêve dibîn û em 27-28'ê Tebaxê de li ser dikê ne li benda me bin.” 
 
'Lîstik destpêk û bidawîbûna peragala baviksalar vedibêje'
 
Listîkvana listîkê Rojda Şengul ji anî ziman ku ev listîk destpêk û bidawîbûna desthilatdariya baviksalar vedibêje û wiha axivî;”  Ez bi salane di nav şanoya kurdî de cih digirim. Listîka 'Deweta bi xwîn'  ji aliyê Federico Garcia Lorca ve hatiye nivîsandin. Me bi şanoya Rojhilat Fujan re ev listîk amade kir. Em pir bi kelecanîn. Em dixwazîn reng,ziman û hûnerên cuda di şanoyê de nîşan bidîn. Listîka 'Deweta bi xwîn' li Îspanyayê derbas dibe. Di listîkê de karakterên herî girîng jin dilîzin. Jin renge hûnerê yê herî xweşe. Ev listîk li ser jinan hatiye nivîsandin. Ev listîke feodalîzma mêr a li ser jinê vedibêje. Her wiha ez dikarim bibêjîm ev listîk destpêk û bidawîbûna pergala baviksalar e. Di hûnerê de keda jinan her tim hatiye binpêkirin. Ji ber wê jî em bi van listîkan dixwazîn serkeftina jinên şanoger ji nîşanî civakê bidîn. Em bi şanoya du ziman dixwazîn  pirbûyina rengan,dengan û zimanan nîşanî civakê bidîn. Em ê li ser dikê hem kurdî hem ji farsî bilizîn bi rastî jî ev coşek û kelecaneke cuda dide me. Dê 27'ê tebaxê de em ê bi listîka “Deweta bixwîn”  bên ser dikê. Di meha sibatê de li Rojhilat mîhrîcan heye em ê li wir jî derkevin ser dike. Em ê vê listîkê li her welat û her bajarekî Tirkiye û bakurê Kurdistanê bilîzin. Em bawerîn ev listîk dê bibe listîkeke navneteweyî. 'Deweta bi xwîn' di demek nêz de li pêşberî şanohezane.”