Li Qoserê Rojên Fîlman hat destpêkirin

  • 11:11 6 Tebax 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Rojên Fîlman ku ji aliyê Şaredariya Qserê ve tê organîzekirin dest pê dike.
 
Muduriyeta Çand û Hunerê û Muduriyeta Karên Civakî ku di bin banê Şardariya Qoserê de xebatên xwe pêk tîne, bi Sînemaya Mezopotamyayê û Akdemiya Fîlman a Rohilata Navîn ku bi hev re bernameya Rojên Fîlan organîze kirin îro li Qosera Mêrdînê bernameya xwe didin destpêkirin.  Bername di navbera  6-7-8'ê tebaxê de her roj herî kêm li 3 taxan saet di 20.00'an de wê bi pêşandana fîlman li 3 taxan li derve ji gel re bê destpêkirin.  
 
Di çarçoveya bernameya Rojê Fîlman de ku wê bi giştî li 9 taxan bê lidarxistin, li qadên ku şaredariyê diyar kirine bi ekranên mezin wê ji gel re  fîlmên bi navê Meş, Reşeba, Biryareke Zor, Annemîn Şarkisi (Strana Dayika min), House Wîthout Roof û ji bo zarokan fîlmên anîmasyon wê bên nîşandan. 
 
Bernameya Rojên Fîlman wiha ye:
 
* 6'ê Tebaxê
 
Li ber Mala Şînê ya Taxa Bahçelîevlerê: Meş
 
Li Taxa Turgut Ozal li Navenda Jiyan: Reşeba
 
Li Taxa Mezopotamyayê Li Navenda Tendirustiyê: Biryareke  Zor
 
* 7'ê Tebaxê
 
Li Taxa Ersoylu: Annemîn Şarkisi (Strana Dayika Min)
 
Li Taxa Ataturk li Mala Şînê: Meş
 
Li Taxa Tepebaşi li Parka Mehmet Sîncar: Pînokyo xêzefîlm
 
* 8'ê Tebaxê
 
Li Taxa Cumhuriyetê li Parka 8'ê  Adarê: Annemîn Şarkisi (Strana Dayika Min)
 
Li Taxa Îpekyouyê li Mala Şînê :Reşeba
 
Li Taxa Koçhîsarê: House Without Roof