‘Ne jin tenê divê mêr jî Kovara Jîneolojîyê bixwînin’

  • 09:03 5 Tebax 2019
  • Çand û Huner
Berîtan Canozer
 
AMED - Kovara Jîneolojîyê bi dosya ‘siyaseta demokratîk’ bi hejmara xwe ya 14’emîn re derket pêşberî xwendevanên xwe. Edîtora kovarê Ruşen Seydaoglu wiha got: “Ne tenê jin, divê mêr jî jîneolojiyê bixwînin, nîqaş bikin û xwe lêpirsîn bikin. Em bi jîneolojiyê re ji nû ve difikirin, ji nû ve hildiberînin û xwe digihînin jiyana ku em dixwazin.”
 
Kovara Jîneolojîyê ku 3 sale ji 3 mehan carekê tê çapkirin, hejmara wê ya (Tîrmeh-tebax-îlon) ya 14'emîn bi dosya ‘siyaseta demokratîk’ cihê xwe di refan de girt. Di kovarê de ji bo pirsên weke ‘Ji bilî siyaseta mêr dikin riyek din pêkan e? Di dîrokê de tecrubeyên siyasetê yên jinê çi derxist holê?’ bersiv tê lêgerînkirin û di vê hejmarê de ji Rojhilata Navîn heta Latîn Amerîkayê nivîsên gelek jinan cih digirin. Nivîsên 13 jinî cih digirin. Ji pênûsa Fîdan Can nivîsa ‘Dema jinan’, ji ya Nesrîn Orun ‘ji siyaseta dayikan ber bi siyaseta dayikan: têkoşîna Plaza De Mayo, Dayikên Şemiyê û Aştiyê’, ji ya Ayşe Berktay ‘Portreya Leyla Guven’ cih digire. Edîtoriya kovarê jî Rojda Yildiz û Ruşen Seydaoglu kir.
 
‘Kadroyek me ya berfireh heye’
 
Der barê kovarê de Rojda Yildiz axivî û got kovar 3 sale tê weşandin ji sê mehan carê hejmara nû dertê û got: “Hefteya borî hejmara nû derket. Di hejmara beriya vê de me polîtîkayên perwerdeyê girtibûn dest. Lijneya me ya weşanê heye. Em der barê dosya de mijaran diyar dikin. Di bin van sernavan de em xwe digihînin jinan. Em nivîsan dixwazin. Di vê mijarê de kadroyek me ya berfireh heye. Ne tenê ji jinên Tirkiye û Kurdistanê, ji aliyê jinên Rojhilata Navîn û Afrîkayê, Ewropayê jî nivîs di kovarê de cih digirin.”
 
‘Di parlamentoyê de siyaseteke ku tengezar bûye heye’
 
Rojdayê bi lêv kir ku ji dayikan jî roportaj girtine, bi zarokan re atolye çêkirine û encamên wir di kovarê de vegotine û got: “Em kovarê wek qadeke ku hemû jin, ji her bawerî û nasnameyê dikarin gotina xwe bêjin, dibînin. Me di vê hejmarê de dosya siyaseta demokratîk tercîh kir. Siyaseta demokratîk mijareke ku gelek tê nîqaşkirinê ye. Lê wek qadeke ku hemû alî tevlî dibin nayê nîqaşkirin. Siyaseteke di parlamentoyê de tengezar bûye heye. Em dema bi nêrîna jîneolojîk siyasetê şîrove dikin em dibêjin ku bi guherîna demokrasiyeke ya ji şexs dest pê dike, bi civakîbûnê re dikare guherînek mayînde pêk bê.”
 
Ayşe Berktay Leyla Guven nivîsî
 
Rojdayê anî ziman ku di vê hejmarê de ji gelek cihî nivîs hatine û got jinên Kurd, yên Tirk, yên Afrîka û Latîn Amerîkayê, ji Rojhilata Navîn nivîs hatine. Rojdayê got: “Nivîseke me ya li ser tecrubeyên têkoşîna jinên femînîst yên Îtalyayê heye. Di vê hejmara me de hevala me Ayşe Berktay jî hevala me Leyla Guven ku bû sembola berxwedanê nivîsî.”
 
‘Ji çapê heta belavkirinê xebatek kolektîf tê kirin’
 
Ruşen Seydaoglu jî der barê pêvajoya derxistina kovarê û belavkirina wê de axivî û got: “Piştî çapê pêvajoya belavkirinê dest pê dike. Ji çapa kovarê heta belavkirina wê xebateke kolektîf tê meşandin. Bi tevlîbûna dildaran jî pêvajoyeke gelek dewlemend pêk tê. Mijara herî girîng jî ev e ku dema kovar tê lêkolînkirin şûnde mirov bi hev re nîqaşan dimeşînin. Ev jî di esasê de destkeftiya herî mezin a kovarê ye. Jîneolojî li aliyekî dayîna bersiva pirsan e.”
 
‘Zanîn a civakê ye, ya xwezayê ye’
 
Ruşenê destnîşan kir ku zanîn ji jinan tê veşartin û got: “Weke ku tê zanîn ji me re ji desthilatdariyan ji çînekê ji bo me hatiye. Lê em dibêjin ku zanîn ya civakê ye, ya xwezayê ye. Xweza vê zanînê ji bo civakê, ji bo mirovahiyê ji bo jinan pêşniyar dike. Jîneolojî derketina xwe ya herî mezin ji vir pêk tîne. Belê zanîn heye lê çawa tê bikaranîn an jî ji jinan tê veşartin. Beşa herî cidî jî ev e.”
 
‘Divê em zanînê ji tekelbûnê derxin’
 
Rûşenê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em zanînê ji tekelbunê derxin û ji bo bigihînin xweza, civak û cihê aydê wê ye divê em têbikoşin. Dema me heye, baweriya me heye. Ne tenê jin, divê mêr jî jîneolojiyê bixwînin, nîqaş bikin û xwe lêpirsîn bikin. Em bi jîneolojiyê re ji nû ve difikirin, ji nû ve hildiberînin û xwe digihînin jiyana ku em dixwazin.”