Hejmara nû ya Newaya Jinê derket

  • 09:58 3 Tebax 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara tebaxê ya Newaya Jinê bi manşêta 'Mifteya xwegihandina civaka demokratîk, têkoşîna azadiya jinê'' derket.
 
Rojnameya Newaya Jin bi hejmara 173'yan a meha tebaxê bi manşeta 'Mifteya xwegihandina civaka demokratîk, têkoşîna azadiya jinê'' derket. Di hejmara tebaxê de mijarên wekî;  Têkoşîna li dijî koletiya dîrokî ya jinê, dîroka berxwedanê ya jina Kurd, li Îranê rewşa jinê û her wiha salvegera fermana Şengalê hatiye dest girtin. 
 
Di hejmara tebaxê ya Newaya Jinê de hevpeyvîna bi Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal re heye. Bi taybetî bi mijarên ''têkoşîna li dijî koletiya dîrokî ya jinê'' û ''hewcehiya bi rêxistiniya resen a ji bo geşkirina xweparastinê ya di her qadê de ya jinê'' hatiye lêkolînkirin û tê ber xwendevanan. Di rojnameyê de mirov dikare dîroka berxwedanê ya jina Kurd, li Îranê rewşa jinê, bi perspektîfeke nû jineolojî, îstîsmara zayendî ya hemberî zarokan, rojeva yekîtiya netewî û Herêma Fedaral a Kurdistanê û gelek mijarên din bibîne.