Li Berlînê 9'emîn Mîhrîcana Filmên Kurdî dest pê kir

  • 16:21 2 Tebax 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 9'emîn Mîhrîcana Filmên Kurdî bi nîşandana filmê “Keçên Rojê” dest pê kir. Mîhrîcana filman dê 7 rojan bidome û zêdetirî 30 film dê bên nîşandan.
 
9’emîn Mîhrîcana Filmên Kurdî li Berlîna Elmanyayê duh dest pê kir û dê 7 rojan bidome. Mîhrîcana filman ji aliyê kampanyaya “Mîtos Film” ve bi pişteveniya çend saziyên Elmanyayê ve li salona sînemaya Babîlonê dest pê kir. Di roja yekemîn a mîhrîcanê de gelek Kurdistanî, Elman û Ewropî amade bûn.
 
Mîhrîcan bi nîşandana filmê “Keçên Rojê” ku derhênera wê Êva Hûson e û lîstikavanê Îranî Gulşîfte Ferahanî ku qala rola fermandara jineke Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de dike dest pê kir. Film qala berxwedana jinên Kurd a li Şengal û Rojavayê Kurdistanê dike.
 
Zêdetirî 30 film, kurtefîl û belgefîlmên derhênerên Kurd û Ewropî beşdar bûne. Li aliyê din di mîhrîcanê de wê çend panelên ku qala sînemeya Kurdî û rola jin di sînemeya Kurdî û qala şervanên jin ên Kurdistanî di medyaya û sînemeya cîhanê de were kirin.
 
Di mîhrîcanê de girîngiyeke mezin ji bo filmên zarokan jî hatiye dayîn ku bi alîkariya Yekîtiya Xwendevanên Kurdistan yên Berlînê (Yekmal) û Zarok Tv çend filmên Kurdî û Elmanî ji bo zarokan wê were nîşandan.