Ji bo bîranîna jinên Êzidî pêşangeha wêneyan

  • 14:03 2 Tebax 2019
  • Çand û Huner
AMED - Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Girtin, bi minasebeta salvegera Komkujiya Şengalê pêşangeha wêneyan vekirin. Di pêşangehê de 10 nîgarên nûçegîhan Medya Uren û 28 wêneyên rojnameger Abdûrahman Gok û Fatma Çelîk ku dema koçberbûna êzidiyan kişandine tên pêşandan.
 
Bi minasebeta 5'emîn salvegera Komkujiya Şengalê, li Amedê ji hêla Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatinê Girtin ve pêşangeha wêneyan hat vekirin. Pêşangeha wêneyan li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, Lîsa Çalan û gelek jin tevlî pêşangehê bûn. Endama Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatinê Destserkirin Gulcîhan Şîmşek di vekirina pêşangehê de axivî. Gulcîhan, diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî Komkujiya Şengalê nas bike.
 
Di pêşangehê de 10 nîgarên nûçegîhan Medya Uren û 28 wêneyên rojnameger Abdûrahman Gok û Fatma Çelîk ku dema koçberbûna êzidiyan kişandine tên pêşandan. Hinek jin di nav rondikan de pêşangehê geriyan. Pêşangeha ku diyarî jinên ku bi darê zorê hatine girtin hat kirin dê 3 rojan bidome.