Mîhrîcana Çand û Hûnera Kurdî li Urmiyeyê hat lidarxistin

  • 09:49 1 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê 4’emîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî hat lidarxistin. Li Urmiye, Mako, Seqiz, Xoyê û Xoresanê gelek welatî beşdarê mîhrîcanê bûn. 
 
Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo parastina çand û hunera Kurdî, çalakî û bernameyên çandî li dar dixin. Bi vê minasebetê 4’emîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî li bajarê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistan hat lidarxistin.
 
Hunermend û welatiyên ji bajarên weke Urmiye, Mako, Seqiz, Xoyê û Xoresanê beşdarê mîhrîcanê bûn. Komîteya amadekar diyar kir ku di 4’emîn Mîhrîcana Çand û Hunera de berhe, kel û pelên çanda Kurdî hatin pêşandan. Yên beşdarê mîhrîcanê bûn bi cil û bergên Kurdî û resentiya civaka Kurd beşdar bûn. Her wiha di mîhrîcanê de pêşengeha xwarin û berhemên malan yên Kurdî jî hatin nîşandan. Hingiv, penîr, cûreyên nan û gelek xwarinên Kurdî hatin nîşandan.”
 
Her wiha gelek hunermend, komên muzîk, komên govendê û dengbêj beşdarî mîhrîcanê bûn û hunera xwe pêşkêş kirin.