Mîhrîcana Çand û Hûnera Kurdî li Urmiyeyê hat lidarxistin 2019-07-01 09:49:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê 4’emîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî hat lidarxistin. Li Urmiye, Mako, Seqiz, Xoyê û Xoresanê gelek welatî beşdarê mîhrîcanê bûn.    Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo parastina çand û hunera Kurdî, çalakî û bernameyên çandî li dar dixin. Bi vê minasebetê 4’emîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî li bajarê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistan hat lidarxistin.   Hunermend û welatiyên ji bajarên weke Urmiye, Mako, Seqiz, Xoyê û Xoresanê beşdarê mîhrîcanê bûn. Komîteya amadekar diyar kir ku di 4’emîn Mîhrîcana Çand û Hunera de berhe, kel û pelên çanda Kurdî hatin pêşandan. Yên beşdarê mîhrîcanê bûn bi cil û bergên Kurdî û resentiya civaka Kurd beşdar bûn. Her wiha di mîhrîcanê de pêşengeha xwarin û berhemên malan yên Kurdî jî hatin nîşandan. Hingiv, penîr, cûreyên nan û gelek xwarinên Kurdî hatin nîşandan.”   Her wiha gelek hunermend, komên muzîk, komên govendê û dengbêj beşdarî mîhrîcanê bûn û hunera xwe pêşkêş kirin.