21'ê Tebaxa 2021: Mîhrîcana Jin, Xweza, Çand û Hunerê hat lidarxistin

  • 09:01 21 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Li Wanê Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21'ê Tebaxa 2021'ê de "Mîhrîcana Jin, Xweza, Çand û Hunerê  li dar xist.
 
Hevseroka HDP'a Navçeya Payizavayê Gonul Uzunay di vekirina mîhrîcanê de axivî û diyar kir ku armanca mîhrîcanê bal kişand ser qirkirina çandî, qetlîamên jinan û xwezayê ye. Piştre ekîba Folklorê ya Jinan a Sûra Amedê derket ser dikê. Keîba ku cih da gelek lîstikên herêmê, bala hemû kesên tevli mîhrîcanê bûn kişand ser xwe. 
 
Di çarçoveya mîhrîcanê de koma muzîkê ya JIN MA û hunermend Nûray Balîk konserek dan.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2013: Li Somalî lşi dijî wesayita ku Serokê  Koma Partiya Çep a Şaredariya Stockholmê û Seroka Foruma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Livh tê de bûn  êrîş hat kirin. Endamê Partiya Çepe Abdirahim Hassan ê 22 salî ku di wesayîtê de bû hat kuştin, Ann-Margarethe jî birîndar bû.
 
2018: Rukiye Kizil (58) bi nasnav Dengbêj Gazin di 21’ê Tebaxa 2018’an de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Gazin a ku dengbêja yekem a Wanê bû li navçeya Tetwan a Bedlîsê hatiye dinê.  Gazin li Wanê yekemîn Komeleya Dengbêjan a Jinan ava kir û serokatiya wê kir. 
 
2019: Jinên ku li Amedê li dijî armancên Kayyim daketin, destnîşan kirin ku jin kolanan neterikînin û diyar kirin ku derbe li ser vîna wan hatiye kirin. Jinan bi gotina "Wê qeyûm biçe û em ê bimînin" banga bêîteatiya sivîl li her kesî kirin.