21'ê Tebaxa 2021: Mîhrîcana Jin, Xweza, Çand û Hunerê hat lidarxistin 2024-08-21 09:01:16   Li Wanê Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21'ê Tebaxa 2021'ê de "Mîhrîcana Jin, Xweza, Çand û Hunerê  li dar xist.   Hevseroka HDP'a Navçeya Payizavayê Gonul Uzunay di vekirina mîhrîcanê de axivî û diyar kir ku armanca mîhrîcanê bal kişand ser qirkirina çandî, qetlîamên jinan û xwezayê ye. Piştre ekîba Folklorê ya Jinan a Sûra Amedê derket ser dikê. Keîba ku cih da gelek lîstikên herêmê, bala hemû kesên tevli mîhrîcanê bûn kişand ser xwe.    Di çarçoveya mîhrîcanê de koma muzîkê ya JIN MA û hunermend Nûray Balîk konserek dan.   Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:   2013: Li Somalî lşi dijî wesayita ku Serokê  Koma Partiya Çep a Şaredariya Stockholmê û Seroka Foruma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Livh tê de bûn  êrîş hat kirin. Endamê Partiya Çepe Abdirahim Hassan ê 22 salî ku di wesayîtê de bû hat kuştin, Ann-Margarethe jî birîndar bû.   2018: Rukiye Kizil (58) bi nasnav Dengbêj Gazin di 21’ê Tebaxa 2018’an de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Gazin a ku dengbêja yekem a Wanê bû li navçeya Tetwan a Bedlîsê hatiye dinê.  Gazin li Wanê yekemîn Komeleya Dengbêjan a Jinan ava kir û serokatiya wê kir.    2019: Jinên ku li Amedê li dijî armancên Kayyim daketin, destnîşan kirin ku jin kolanan neterikînin û diyar kirin ku derbe li ser vîna wan hatiye kirin. Jinan bi gotina "Wê qeyûm biçe û em ê bimînin" banga bêîteatiya sivîl li her kesî kirin.