18'ê Tebaxa 2021'ê: Jin ji bo jinên Afganistanê daketin qadan

  • 09:01 18 Tebax 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi desteserkirina Talîbanê ya Afganistanê re ku jin kirin hedefa xwe, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin daketin qadan û piştevaniya xwe bi jinên Afgan re nîşan dan.
 
Di vê çarçoveyê de Piştevaniya Jinan a Samsûnê, derbarê rewşa jinên Afganistanê ku bûn hedefa Talîbanê de daxuyaniyek da û piştgiriya xwe bi wan re ragihand.
 
Platforma Jinan a Mêrsînê jî ji bo piştevaniya xwe bi jinên Afgan re ragihîne li navçeya Yenîşehirê daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de got, "Jinên Afganistanê ne bi tenê ne."
 
Jinên li Amedê jî bi daxuyaniya ku dan, diyar kirin ku bi desteserkirina Talîbanê ya Afganistanê re jiyana jin û zarokan di xeterê de ye û banga hestiyariyê kirin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1902: Zanista Xwezayê û nivîskar Margaret Thomas Murîe îro hat dinê. Margaret wekî pîrika "Tevgera Parastinê" tê nasîn û ji bo sazkirina Qanûna Wildernessê jî rolek girîng lîst. Ji ber têkoşîna wê ya ji bo xwezayê Nîşaneya Audubon, Xelata John Muirê û Nîşaneya Azadiyê ya Serokatiyê girt. 
  
1911: Jina DYA'yî Parêzvana mafên sivîlan Amelîa Boynton hat dinê. Amelia Isadora Boynton Robinson a ku di nav tevgera mafê sivîlan de cih digirt, di sala 1965'an de pêşengtiya meşa Mongomeriyê ya azadî û wekheviyê kir. Di sala 1990'î de Nîşaneya Azadî ya Martin Luther King Jr. girt. 
 
1911: Bernamesaza yekem a kompitûrê Klara Dan von Neumannn îro hat dinê. Klara, zanyara kompitûrê navê xwe li dîrokê nivîsand. 
 
1923: Li Ingîlistanê cara yekem ji bo jinan şampiyoniya atletîzm a neteweyî hat organîzekirin. 
 
2020: Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Halime Dilek ( 70), berî bi salekê îro li Kerborana Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.