18'ê Tebaxa 2021'ê: Jin ji bo jinên Afganistanê daketin qadan 2024-08-18 09:01:37     Bi desteserkirina Talîbanê ya Afganistanê re ku jin kirin hedefa xwe, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin daketin qadan û piştevaniya xwe bi jinên Afgan re nîşan dan.   Di vê çarçoveyê de Piştevaniya Jinan a Samsûnê, derbarê rewşa jinên Afganistanê ku bûn hedefa Talîbanê de daxuyaniyek da û piştgiriya xwe bi wan re ragihand.   Platforma Jinan a Mêrsînê jî ji bo piştevaniya xwe bi jinên Afgan re ragihîne li navçeya Yenîşehirê daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de got, "Jinên Afganistanê ne bi tenê ne."   Jinên li Amedê jî bi daxuyaniya ku dan, diyar kirin ku bi desteserkirina Talîbanê ya Afganistanê re jiyana jin û zarokan di xeterê de ye û banga hestiyariyê kirin.    Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1902: Zanista Xwezayê û nivîskar Margaret Thomas Murîe îro hat dinê. Margaret wekî pîrika "Tevgera Parastinê" tê nasîn û ji bo sazkirina Qanûna Wildernessê jî rolek girîng lîst. Ji ber têkoşîna wê ya ji bo xwezayê Nîşaneya Audubon, Xelata John Muirê û Nîşaneya Azadiyê ya Serokatiyê girt.     1911: Jina DYA'yî Parêzvana mafên sivîlan Amelîa Boynton hat dinê. Amelia Isadora Boynton Robinson a ku di nav tevgera mafê sivîlan de cih digirt, di sala 1965'an de pêşengtiya meşa Mongomeriyê ya azadî û wekheviyê kir. Di sala 1990'î de Nîşaneya Azadî ya Martin Luther King Jr. girt.    1911: Bernamesaza yekem a kompitûrê Klara Dan von Neumannn îro hat dinê. Klara, zanyara kompitûrê navê xwe li dîrokê nivîsand.    1923: Li Ingîlistanê cara yekem ji bo jinan şampiyoniya atletîzm a neteweyî hat organîzekirin.    2020: Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê Halime Dilek ( 70), berî bi salekê îro li Kerborana Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.