9'ê Adara 2021'ê: 'Nobeta Edaletê' ya Emîne Şenyaşar dest pê kir

  • 09:02 9 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ser kargeha Malbata Şenyaşar kirin û di vê êrîşê de 5 ferdên malbatê birîndar kiribûn û kesên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Pirsûsê. Lê êrîşê li nexweşxaneyê berdewam kir û Xizmên Îbrahîm Halî Yildiz ê AKP'î  li wir du lawên Emîne Şenyaşar Celal û Adil ên bi giranî birîndar kuştibûn. Hevjînê Emîneyê  Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li ber çavê wê kuştibûn.   
 
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û lêpirsîn di 18 mehan de temam kiribû. Lê  dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtî ve hatibû. Di dosyeya derbarê kargehê de Fadil Şenyaşar hatibû darizandin û 37 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn û niha di hucreya yek kesî de tê girtin. Di bûyera ku 3 kes di encamê de hatin qetilkirin di 18'ê Îlona 2019'an de jî tenê Enver Yildiz ê birayê wekîlê AKP'î bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. 
 
Ji ber vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji bûyerê rizgar bû ji bo Fadil Şenyaşar ê bi birîndarî hatibû girtin û nêzî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de ye û betalkirina biryara "veşarî" ya li ser dosyeya derbarê komkujiya li nexweşxaneyê,  di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. Rayedaran nexwestin çalakiyê bibînin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1952: Yek ji pêşengên şoreşa Sovyetê ku zêde nayê nasîn Aleksandra Kollontaî, ku nêrînên wê yên di warê zewac, evîn, pirsgirêkên jinan de ji aliyê serkokê Sovyetê ve zêde radîkal hatin dîtin û herî zêde têkoşîna xwe piştî şoreşê li dijî kesên şoreşa jinê qebûl nedikirin da. Alexsandra Kollontaî jina yekem a Bolşevîk komîsera gel (wezîr), jina yekem a sefîr ku nêrîna xwe ya di warê azadiya zayendî de li partiya xwe bê şik diparast bû. Alexsandra jineke şoreşger, propagandîst, feminist, wêjekar û muxalîf bû. Aleksandra ya di 31'ê Adara 1872'yan de ji dayik bû di 9'ê Adara 1952'yan de çavê xwe li jiyanê girt. 
 
1994: Jinên feminîst ên ku hatin gel hev kampanyaya, "Dest nede hevala min" dan destpêkirin. Kampanya îlaneke rojnameyê ya ku 104 jinan îmze kiribû hat destpêkirin.  
 
2018: Koma Helwêst ku ji nivîskara û rojnamegeran pêk tê, duh di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de xelata rêzdariyê da JIN TV ku televîzyona jinê ye. 
 
2019: Çalakiya  132 kedkarên Flormarê ku li ber fabrîkaya li Gebzeyê li dar xistin piştî 297 rojan piştî ku daxwazên wan hatin qebûlkirin serkeftî bi dawî bû. 
 
2021: Navenda Lêkolînên Stratejik a Tunusê xelat da nûçegîhana NûJINHA'yê Zihur El-Meşreqi.