8’ê Adara 2012’an: JINHA’yê dest bi weşanê kir

  • 09:01 8 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin, di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşanê kir. Li dijî serdestiya mêr a di çapemeniyê de ji bo bibe deng û gotina jinê bi dirûşma ‘Û em zimanê çapemeniyê diguherin. Ji me û şûnde wê çapemeniya cîhanê ne wek berê be’ dest bi weşanê kir.
 
JINHA’yê ji bo nêrînên mêran bişkînin, ji bo zimanê wan ê mêr biguherin ji kameravanan bigire heta nûçegîhan, heta wênekêşên wan, heta edîtor, şefa nûçeyan, midûra nûçeyan hemû xebatkarên ajansê di çapemeniya alternatîf de helwestek muxalîf nîşan dan û hemû jin in. JINHA’yê hem wek rojnameger û hem jî wek têkoşîna jinan xebatên xwe meşand.
 
Di encama têkoşîna mafdar û helwesta bi biryar a JINHA’yê de rojname û televîzyonên sala ewil nûçeyên wê bi kar neanîn êdî JINHA referans girtin. Li ser vî esasî nûçegîhanên di serî de çûn Rojava, nûçegîhanên JINHA’yê bûn.  Ajansa ku yekem car îlan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye dîsa JINHA bû. Nûçegîhanên JINHA’yê nûçegîhaniya şer jî kirin û şerê li Sûriyeyê şopand. Nûçegîhan tevî ku çend caran li Halep û Iraqê bûn hedef jî şerê germ ji gel re ragihandin. 
 
Geşedanên din ên di dîrokê de îro derketine pêş:
 
1857: Li New Yorkê ya Emerîkayê 40 hezar karkerên jin li dijî şertên nebaş ên xebatê ketin grevê û polîsan li hember wan mudaxele pêk anîn û deriyên fabrîqeyê li wan girt. Di encama şewata derket de 129 karkerên jin jiyana xwe ji dest da.
 
1911: Clara Zetîn, Kate Duncker û hevalên ku delegeyên Partiya Demokrat a Sosyalîst bûn di Konferansa Jinan a Sosyalîst a Navneteweyî ya girêdayê 2’yemîn Sosyalîst Entenasyonal a di dîroka 6 û 27’ê Tebaxa  1910’an de civiyan, pêşniyara ‘Roja jinê’ kirin û 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê hat pîrozkirin.
 
1921: Bi hewldana xwişkên komunîst Rahîme Selîmova û Cemîle Nuşîrvanova li Tirkiyeyê yekem car 8’ê Adarê hat pîrozkirin. 
 
1987: Kovara femînîst dest bi weşanê kir.
 
2015: Li Mûşê bi piştgiriya Komeleya Jinan a Mûşê (MUKADDER) kahweya jinan a bi navê ‘Jin Mahal’ hat vekirin.
 
2016: Kovara Jîneolojiyê dest bi weşanê kir.
 
2016: Jiyan Konak (Emgîhan Gabar) ya li Kerboranê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû di 8’ê Adarê de li gundê ji dayik bûbû hat definkirin.
 
2018: Pispora Xizmetên Civakî Îclal Nergîz derxist holê ku 115 zarokên di encama îstîsmarê de ducanî mane û di dîrokên cuda de serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kanûnî Sultan Suleyman dane. Îclal Nergîz hêjayî xelata ‘memûra salê’ hat dîtin.
 
2018: Li Spanyayê bi wesîleya 8’ê Adarê bi banga dehan sendîkayî grev hat destpêkirin.
 
2018: Televîzyona jinan JIN TV bi dirûşma ‘dengê jinê rûyê jiyanê’ dest bi weşana testê kir.