22'yê Çileya 2018'an: Nivîskar Ursula Kroeber Le Guin jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 22 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ursula Kroeber Le Guin a ji navên girîng a di qada wêjeya fantezî û kurguya zanistiyê 3 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1858: Martha Beatrice Webb a dîrokzana kedê, sosyalîst di 22'yê Çileya 1858'an de îro ji dayik bû. Martha têgeha "Bazariya bi hev re" îcat kiriye û di nava avakarên London School of Economics de cihê xwe digire. Di warê avakirina Fabian Society roleke girîng lîst. 
 
1909: Melevana ABD'yî Martha Maria Norelius 112 sal berê îro ji dayik bû. Martha xwediyê xelata madalyaya zêr û olimpiyatê ye û pêşbirka avjeniya 5 stîlên serbest ên avjeniyê de rekora cîhanê şikand. 
 
2018: Li dijî ferzkirina cilên yektîp a bi KHK'ê Însiyatîfa Piştevaniya li dijî yektîpiyê hat avakirin. Li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan   a Enqereyê bi civîna çapemeniyê însiyatîfê avakirina xwe deklere kir. 
 
2018: Ursula Kroeber Le Guin a ji navên girîng a di qada wêjeya fantezî û kurguya zanistiyê 3 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Platforma Jinê ya Dicle Amed (DAKAP), ji bo Melike Demirok a ji aliyê mêrê pê re zewicî Gokhan Demirok hat qetilkirin zincîra jiyanê ava kir.  
 
2020: Di hilbijartinên li parlamentoya Yewnanistanê hat kirin de Ekaterini Sakellaropoulou yekem serokkamora jin a welêt hat hilbijartin. Ekaterini Sakellaropoulou bi 261 dengî wekî serokkomar hat hilbijartin. 
 
2021: Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK), li dijî kuştina jinan bi dirûşma "Cinayetên jinan-qirkirina-zayendê" kampanya da destpêkirin.