21'ê Çileya 2014'an: Li Cizîra Rojava xweseriya demokratîk hat îlankirin

  • 09:01 21 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Cizîra Rojava xweseriya demokratîk hat îlankirin. Li Rojavaya ku xwediyê Peymana Civakî ya azadî, wekhevî û ekolojîst e hat ragihandin ku ew ê kantonên Rojava li gor vê peymanê bê birêvebirin. Li Cizîra 3 ziman fermî ne sîstema hevserokatiyê, nûnertiya gel û kotaya zayendiyê esas tê girtin. Piştî îlankirina Xweseriya Demokratîk gel daketin qadan û pîroz kirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1840: Sophia Jex-Blake ya ku rêya bijîşktiyê ji jinan re vekir û wekî bijîşk di dîrokê de cihê xwe girt ji dayik bû. Sophia Blake ji bo perwerdeya bijîşkiyê serî li saziyan dide lê belê ji hemû saziyan bersiva "Tenê ji bo xanimekê em nikarin vesazkirinekê bikin" digire. Sophia Blake îlan da rojnameyan û bi kampanyaya ku dest pê kir bang li hemû jinên dixwestin perwerdeya bijîştiyê bikin kir. Her wiha kampanya da destpêkirin. Têkoşîna jinan a ji bo xwesteka perwerdeya bijîşktiyê bi dawî nebû. Jin di nava zanîngehê û li derveyî zanîngehê bi heqaretan rû bi rû man. Sophia Jex-Blake di çileya 1877'an de li Zanîngeha Elmanyayê ya Bernê azmûn bi serkeftî derbas kir û gihaşt armanca xwe. Piştre li Edinburghayê Dibistana Tipê vekir. 
 
1919: Sinn Féin, li Dublinê parlamentoya xwe ava kir û Îrlanda ji Birîtanyaya Mezin cuda azad îlan kir. Jin di qada Parlamentoya Îrlandayê ya fîîlî de li pêş bûn û di danezana azadiyê de bi mafên xwe cihên xwe girtin. Jinan cara yekem di Zagona Îrlandayê de mafê dengdayinê bi dest xistin û di hukumetê de peywira xwe girtin. 
 
1945: Josette Guénin Villars a 31 salî bû seroka şaredariya Montroyerê û li Firansayê bû seroka yekem a şaredariyê ya jin. 
 
2008: Marie Smith a ku zimanê gelê Eyakê ya Alaskayê bi tena xwe dizanîbû jiyana xwe ji dest da. Bi mirina wê zimanê Eyakê jî bi dawî bû. Marie dema di 1918'an de ji dayik dibe kabîleya wê jî wekî yên din ber bi tunebûnê ve diçû. Marie dema 12 salî bû li Çewliga Masiyan dixebitî. Dema hat 15 saliya xwe diyar bû ku kabîleya wê di nav çend kabileyên di ABD'ê de ber bi tunebûnê ve diçe ye. Navê wê yê rast  Udach Kugax 'Dengê ba mirovan dike' bû. Marie wekî dengê dawî yê kabîleya xwe ew ê koça xwe ya dawî bikira. Bi masîvan William re dizewice. 9 zarokên wê çêdibin. Zimanê xwe hînî zarokên xwe nake. Lê belê dema xwişka wê jiyana xwe ji dest dide fam dike ew ê zimanê wê ber bi tunebûnê ve biçe. Dema Marie dimire ziman û çanda wan a bi hezar salan jî winda dibe. 
 
2013: Buroya Aştiyê ya Jinê CENİ ya Ewropayê xebatan dide meşandin ji bo 3 jinên şoreşger ên hatin qetilkirin, ji bo bersûcên wan bên darizandin dest bi kampanyayê kir. CENÎ xwest tiştên bûn sedema qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bên eşkerekirin. CENÎ'yê di heman demê de xwest Ewropa dev ji polîtikayên dijbertiya gelê kurd dike berde û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. 
 
2016: Yekîtiya Star ji bo Zeyneb Celaliyan a li Îranê girtî li Rojava dest bi kampanyaya îmzeyê kir. Ji bo Siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û jinan, gelek kesî kampanya dan meşandin.
 
2019: Li Paytexta Quitoyê ya Ekvatorê bi banga femînîstan li dijî tundiya zayendiyê bi hezaran kes daketin qadan. Jinek ji ber ku ji aliyê gelek kesî ve bi tecawizê rû bi rû hatibû hiştin û jinek jî hatibû qetilkirin wê rojê jinan cilên reş li xwe kirin. Dirûşma "Em ê yek tenê jî kêm nebin û em jiyanê dixwazin" hat berzkirin.