20'ê Çileya 2018'an: Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir

  • 09:01 20 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Artêşa Tirkiyeyê û komên ku girêdayî dewleta tirk 3 sal beriya niha îro êrişî Efrînê kirin. Di encama êrişan de bi dehan jin û zarokî jiyana xwe ji dest dan. 
 
1874: Elizabeth Blackwell di cîhanê de bijîşka jin a yekemîn ku wek mezûna zanîngeha Tibê xwediyê destûra bijişkiyê ye. Li ser nameya hevalek xwe ya tê de diyar kirî ger bijîşkek jin heba dê karîba hîn baştir derdê xwe bîne ziman jinekolojiyê dixwîne. Li Londonê li ser beşa jinekolojîyê ya nû hatî vekirin û şagirtên keç qebûl dikir disekine û jin ji peywira wê kêfxweş dibûn.
 
1921: Stêrnasa Emerîkî Mary Watson Whitney li Massachusettesa Walthamê di 11'ê îlona 1847’an de hat dinê. 22 salan li ser vê mijarê rawestiya û 102 nivîsên wê yên zanyarî hatin weşandin. Mary 100 sal beriya niha jiyana xwe ji dest da. 
 
1944: Helbestvana lezbiyen Pat Parker (Patricia Cooks) îro hat dinê. Pat di nava malbatek karker de mezin bû û hêj di biçûktiya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir. 
 
2018: Arteşa Tirkiyeyê û komên ku girêdayê dewleta tirk 3 sal beriya niha îro êrişê Efrînê kirin. Di encama êrişan de bi dehan jin û zarokî jiyana xwe ji dest dan. Piştî berxwedana 58 rojan welatiyên Efrînê ji hêla Rêxistina Xweser ve li wargehên Şehbayê hatin bicihkirin. 
 
2018: Kovara Jineolojiyê di çarçoveya xebatên atolyeyê de panela bi navê "derbarê mêrantiyê de" li dar xist.  
 
2020: Helîn Bolek a endama Koma Yorûmê piştî greva birçîbûnê ya 213 rojan çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. 
 
2021: Cîgira serok a jin a ewil a Emerîkayê Kamala Harris, li merasîma sondxwarinê ya li Washingtonê dest bi peywira xwe kir. 
 
2021: Li dijî zanîngeha jinan a YOK'ê di sala 2021'ê de kir rojeva xwe koma kampanyaya "Em Zanîngeha Jinê Naxwazin" hat avakirin. Her wiha starta kampanyaya "Em Zanîngeha Jinê Naxwazin" hat dayin.