17'ê Çileya 1930'yî: Nivîskara Feminîst Hajra Maroor ji dayik bû

  • 09:01 17 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nivîskara Feminist Hajra Maroor, di sala 1930'yî de îro li Hindistanê hat dinê.
 
Nivîskara femînîst Hajra Masroor, li Lucknowê ya paytexta eyaleta Uttar Pradeşê ya Hîndîstanê ji dayik bû. Ji zarokatiyê ve Hajrayê eleqe nîşanî nivîskariyê dida. Piştî welat parçe bû ew bi xwişka xwe re koçî Pakîstanê bûn û li Lahorê bi cih bûn. Çîrokên xwe yên kurt bi hêza xeyalekî wêrek û ji kevneşopiyê dûr dinivîsand û di dîroka kurgu û wêjeya Urducayê de cihekî taybet girt. Her wiha pirtûkên çîrokê yên mafên jinê yên aborî, zagonî, polîtîk û civakî derdixistin ortê nivîsand. Ji ber nirxên ku diparast her tim bi êrişa komên otorîter rû bi rû dima. Hajrayê di 15'ê Îlona 2012'an de li bajarê Karaçiyê yê Pakîstanê jiyana xwe ji dest da. 
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1647: Ji astronotên ewil Elsabeth Catherîna Koopmann - Hevlîus, îro li dewleta bajaran a nîv serbixwe Danzîgê hat dinê. 
 
1930: Nivîskara Feminîst Hajra Masroor, li paytexta eyaleta Uttar Pradeş Lucknowê ya Hindistanê hate dinê. Hajra ya ku di dîroka wêjeyê de bi çîrokên xwe cihekî girîng digire derbarê wekheviya zayendî de jî çend pirtûkên wê yên çîrokan hene. Hajra, di 15'ê Îlona 2012'an de li bajarê Karaçî yê Pakistanê jiyana xwe ji dest da.
 
2016: Meclîsa Azadiya Jinan (KOM) bi tevlibûna aktivîsta Kongereya Jinên Azad (KJA) Ayşe Gokkan û Akademîsyen Nazan Ustundag "Forma Parastina Rewa" pêk anî. Di formê de di ser mînakên li Şengal û Kobanê re girîngiya parastina rewa ji jinan re hat vegotin.
 
2016: Li Antalyayê jinan, li dijî qedexeya derketina kolanan a li herêmê û êrîşên li ser bajarên wê "Nobeta Aştiyê" dan destpêkirin. Nobeta ku wê her roja yekşemê bihata lidarxistin a yekemîn li Qada Cumhuriyetê pêk hat.