13'yê Çileya 1993'yan: Li dijî tecawizê Feminîstan kampanya dan destpêkirin

  • 09:01 13 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên Feminîst li Stenbolê, diyar kirin tecawizkirina hêzên Sirbistanê li Bosna - Hersekê ya li jinên Misliman ne tesaduf e, ev tecawiz parçeyekî şer e û kampanya dan destpêkirin. Koma ku navê "Koma feminist a li dijî tecawizê" li xwe kir belavokek û rojnameyeke dîwar amade kir. Her wiha komê di 8'ê Adara 1993'yan de li dijî tecawiza hat kirin stand vekir, li aliyekî belavok belav kirin û li aliyekî jî di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ku dabû destpêkirin de îmze kom kirin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1959: Parêzerên jin li dijî pirtûka Refik Erduran a “Kîloyek Namûs" doz vekirin. 
 
2017: Jinên ji bo hevdîtinên guhertina makeqanûnê li ser medyaya dîjîtal xwe bi rêxistin kirin gotin; "Em ji bo hemû jinên îro, sibehê û wê siberojê li ser vê axê bijîn dibêjin NA. Hûn jî bêjin NA." Jinan piştre ji parlamenterên jin ên li meclîsê name şandin. 
 
2018: Li bajarê Dêrikê yê li Herêma Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'emîn Konferansa Jineolojiyê ya bi dirûşma "Jineolojî Rastiya Civakê bi Xwezaya Jinê Ronî Dike" hat lidarxistin.
 
2018: Cara yekem jinên Erebistana Suudî musabakaya futbalê li stadyumê temaşe kirin. 
  
2019: Komeleya Piştevaniya Jinê ya Bornovaya Îzmîrê hat vekirin.