12'yê Çileya 1931'ê: Nivîskar Leyla Erbîl li Stenbolê hat dinê

  • 09:01 12 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nivîskar Leyla Erbîl li Stenbolê hat dinê. Nivîskar Leyla Erbîl ji hêla PEN'a Tirk ve ji bo Xelata Wejeyê ya Nobelê namzet hat nîşandan. Cara yekem jinek wekî namzet hat nîşandan. Bi nivîsandina çîrokê dest bi nivîskariyê kir. Gelek romanên wê hatin weşandin. Li dijî bîrdoziya ol, malbat, dibistan û civakê di sala 1956'an de dest bi têkoşînê ya li hemberî rêzimaniyê kir û xwest hinek têgehan biguherîne. 
 
Di nava avakirina Yekîtiya Hunermendên Tirk a sala 1970'ê û Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê ya sala 1974'an de cih girt. Di sala 1961'ê de bû endama Partiya Karkerên Tirkiyeyê. Di sala 1999’an de ji Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) bû parlamenter. Di sala 2013’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
Hinek bûyerên din ên di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1909: Rojnamegera femînist Barbro Alving li Swedê hat dinê. Barbro, navê Bang her tim bi kar dianî. Piştî şerê navxweyî yê Spanyayê, di şerê 2'yemîn ê Cîhanê de nûçegîhanî kir. Di kovar û rojnemeyên navdar ên Swedê de nivîs nivîsand. Barbro Alving di sala 1987'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1915: Meclîsa Nûnertiyê ya Emerîkayê pêşnûme qanûna derbarê bikaranîna dengdayîna jinan de red kir. 
 
1931: Nivîskar Leyla Erbîl li Stenbolê hat dinê. Nivîskar Leyla Erbîl ji hêla PEN'a Tirk ve ji bo Xelata Wejeyê ya Nobelê namzet hat nîşandan. Cara yekem jinek wekî namzet hat nîşandan. Bi nivîsandina çîrokê dest bi nivîskariyê kir. Gelek romanên wê hatin weşandin. Li dijî bîrdoziya ol, malbat, dibistan û civakê di sala 1956'an de dest bi têkoşînê ya li hemberî rêzimaniyê kir û xwest hinek têgehan biguherîne. Di nava avakirina Yekîtiya Hunermendên Tirk a sala 1970'ê û Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê ya sala 1974'an de cih girt. Di sala 1961'ê de bû endama Partiya Karkerên Tirkiyeyê. Di sala 1999’an de ji Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) bû parlamenter. Di sala 2013’an de jiyana xwe ji dest da
 
2010: Anne Frank û malbata wê ji bo xwe ji Naziyan biparêzin li cem Miep Gies ê mabûn. Piştî ku Anne hat girtin Miep Gies rojnivîska Anneyê veşart. Miep 101 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Bi saya werêktiya Miepê, dokumenta berxwedana li dijî faşîzm û zilmê di dîrokê de ma. 
 
2018: Cara yekem jinên Erebistana Siûdî li stadyûmê musabakaya futbolê temaşe kirin. Cara yekem jin bêyî mêran li bajarên wekî Riyad, Cidde û Dammamê jin çûn stadyûman. Li cihê ku ji bo jinan hat veqetandin jinan li musabakayan temaşe kirin. Jin êdî dikarin li wan cihan bêyî mêr rûnên. 
 
2019: 9'emîn Konferansa Jinên Kongreya Demokratîk a Gelan pêk hat. Ji 15 bajaran nêzî 150 delege tevlî konferansê bûn. 
 
2019: Femînistên Norveçê bertek nîşanî gotinên Serokwezîr Erna Solbergê "Gelek zarok bînin dinê" dan. Jinan li ser bi hezaran bincilkan nivîs nivîsandin û ji Serokwezîr Solberg re şandin.