5'ê Çileya 2020'î: Gulîstan Doku hat windakirin

  • 09:01 5 Çile 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Gulistan Doku ya li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê xwendekar bû di 5'ê Çileya 2020'î de hat windakirin.
 
Di 5'ê Çileyê de Gulîstan Doku hat windakirin û êdî xeber jê nehat girtin. Li ser vê yekê jî rêxistinên jinan hem li ser medyaya dîjîtal hem jî li qadan pirsa "Gulistan Doku li ku ye?" kirin. Derbarê windakirina Gulistanê de lêpirsîneke berfireh nehat kirin. Her wiha derbarê gumanbarê sereke Zainal Abarakov jî tu lêpirsîn nehat destpêkirin. 
  
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1935: Nivîskar, helbestkar û aktîvîsta mafên jinan Furug Ferruhzad a Îranî berî 87 salan îro ji dayik bû. Furug di 16 saliya xwe de bi Pervîz Şapur ê hunermend re zewicî û piştre jî dev jê berda. Furug piştî berdanê di doza welayeta ji bo zarokê xwe de bi ser neket û doz winda kir. Pirtûka yekemîn a Furug a helbestan bi navê "Hêsîr" e ku di 1955'an de hatiye çapkirin. Furug a ku demekê tedawiya deprasyonê jî dîtiye gelek berhemên wê yên navdar hene. Furug a ku di mijara hunerê de jî xwe pêş dixe di wî warî de jî gelek kar û xebat kirine. Furug di 1994'an de jî pirtûkeke xwe ya din a helbestan daye weşandin ku ev pirtûka wê ya herî navdar e. 
 
1996: Jinên ku di salên 90'î de xebatên xwe di bin banê Komeleya Çandê ya Gel (HKD) de wekî komîsyona jinan dan destpêkirin û di heman demê de di nav Tevgera Xweser a Jinên Kurd de cih girtin jinên ji Koma Azadî di 5'ê Çileya 1996'an de Mala Çandê ya Jinan vekir. Jinan bi vê xebata xwe xwestin ku jinên kurd li ziman û çanda xwe xwedî derên û li dijî pergala baviksalar têkoşîna xwe mezin bikin.
 
2016: Rojnamegera ku rastiya êrîşên DAÎŞ'ê û ya şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê ji cihanê re radigihand Rukiye Hasan hat qetilkirin.  
 
2018: Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku li ser vexwendina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron çû Parîsê piştî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji aliyê Koma Feminîst (FEMEN) ve jî hat şermezarkirin.
 
2018: Pirtûka yek ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz a bi Nûnera KNK'ê Fîdan Dogan û ji Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez re li Parîsê hat qetilkirin "Jiyana min her şer bû" cîlda wê ya yekemîn bi elmanî û îtalî hat çapkirin. 
 
2018: Stranbêja Misirî Leîla Amer bi îdaya " dijberî nirxên civakê klîp çêkiriye" hat girtin.
 
2019: Bi banga 164 jinî û saziya LGBTÎ+ bi beşdariya bi sedan jinan ji bo dîtina rêyên cuda yên têkoşîna hevpar li Navenda Hunerê ya Fulya ya Stenbolê "Hevdîtina Jinê" pêk hat. 
 
2020: Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku li Dêrsimê hat windakirin. Ji bo Gulîstan a nehatiye dîtin jinan hem li ser medyaya dîjîtal û hem jî li qadan li aqûbeta wê pirsîn û gotin, "Gulîstan Doku li ku ye?".  Herwiha derbarê gûmanbarê sereke Zaînal Abakarov ku ji windakirina Gulistanê berpirs tê dîtin jî tu lêkolîn nehat kirin. 
 
2020: Li bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Reqayê Komîteya Meclisa Sivîl a Jinan sera ya xwe ya duyemîn vekir. Komîteya ku derbarê jinan de proje pêş xistin armanc kir ku ji jinan re qada aboriyê veke.