31'ê Kanûna 2008'an: Çalakiya derziya mor a jinan

  • 09:01 31 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
Di 31'ê kanûna 2008'an de li Cadeya Îstîklalê ji hêla femînistan ve li dijî destdirêjî û êrîşên zayendî çalakiya derziya mor hat destpêkirin û derziyên mor hatin belavkirin. 
 
1941: Aktrîsta îngilîzî Sarah Miles hat dinê. Sarah, di fîlmên wekî The Servant (1963), Blowup (1966), Ryan's Daughter (1970), The Man Who Loved Cat Dancing (1973), White Mischief (1987) û Hope and Glory (1987) de rol girtiye. Di fîlma Ryan's Daughter de performansa Sarahê layîqê Xelata Akademiya Lîstîkvana Jin a herî baş hat dîtin.   
 
1948: LaDonna Adrîan Gaînes hunermenda Emerîkî û hat dinê. Di salên 1970’Ê de li Amerîkayê bi muzîka xwe navdar bû.