29'ê Kanûna 2018'an: Komeleya Jinan a Rosa hat vekirin

  • 09:01 29 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Komeleya Jinan a Rosa piştî girtina gelek saziyên jinan wekî saziyek alternatîf hat vekirin. Komele di 29'ê Kanûnê de bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat vekirin. 
 
2004: Suzan Sonta nivîskar û parêzvana mafên mirovan a Emerîkî ji ber nexweşiya pençeşêrê di 71 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Suzan piştî êrîşa 11'ê Îlonê ya li Emerîkayê her tim polîtîkayên Emerîkayê rexne dikir û wisa jî li Emerîkayê dihat nasîn. 
 
2018: Komeleya Jinan a Rosa piştî girtina gelek saziyên jinan wekî saziyek alternatîf hat vekirin. Komele di 29'ê Kanûna 2018'an de bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat vekirin.
 
2018: Dayika Aştiyê Meryem Ozcan bi salan rêvebertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Meryem di encama xwîn çû ser mejiyê wê de jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Piştî jinan li ser medyaya dîjîtal destdirêjî îfşa kirin şûnde 247 jinan di bin gotina "bila xewa we bireve" belavok weşandin.