27'ê Kanûna 2018'an: Li Minbicê konferansa jinê ya yekem hat lidarxistin

  • 09:01 27 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Minbicê konferansa jinê ya yekem bi dirûşma "Jina Rêxistinkirî Temînata Sûriyeya Demokratîk e" konferansa yekem hat lidarxistin. Piştî Minbic ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin jinan dest bi avakirina jiyaneke nû kirin û di serî de rêxistinkirina xwe pêş xistin. Jin li avahiya Meclîsa Zagonsazî ya Minbicê hatin gel hevdu. Di konferansê de gelek jin hatin gel hevdu û li ser mijarên girîng sekinîn. 
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1797: Manuela Saenz a ku cara yekê bi Sîmon Bolîvar re fikra xweseriya parzemîna melez bi teşe kir û di heman demê de di dema tê de jiya têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê hem li dijî dagirkeriyê û hem jî li dijî mêrên li gel xwe, da ji dayik bû.
 
1996: Dadgeha Bingehîn a tirk xala makeqanûnê ya ku sûcê zinê sererast kir, betal kir. 
 
2007: Benazîr Butto, jina yekem a misilman ku Pakistan bi rê ve dibir bû. Benazîrê, di 27'ê Kanûna 2007'an de bi suîqestekê hat qetilkirin. 
 
2018: Meclîsa Jinan a Minbicê, bi dirûşma, "Jina rêxistinkirî temînata Sûriyeya demokratîk e" konferansa xwe ya yekem li dar xist.
 
2018: Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li girtîgehê pirtûka bi navê "Rengê Xemrî yê Siyaseta Kurd" derxist. Di pirtûkê de Gultanê balê dikşîne ser çîroka 23 siyasetmedarên jin ên kurd ên girtî. Lîstika şanoyê ya vê pirtûkê hat lîstin.