26'ê Kanûna 2015'an: Jinan çalakiya zincîra mirovan li dar xistin

  • 09:01 26 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Endamên Platforma Jinê ya Enqereyê ji bo balê bikşînin ser hilweşandina li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Silopiyê di 26'ê Kanûna 2015'an de çalakiya zincîra mirovan li dar xistin.
 
Hinek ji geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1876: Virginia Bolten a ji bo rizgariya jinê û anarşizmê têkoşîn kir li gor hinekan li San Luis li gor hinekan jî li San Juanê ji dayik bû. 
 
1898: Marie Curie û Pierre Curie îlan kirin ku wan radyum keşif kirine. Piştre  Marie û Pierre di 1903'an de ji bo vê yekê Xelata Fizikê ya Nobelê girtin. 
 
2009: Jinên endamên Sosyalist Feminist Kolektif (SFK) cara yekem bazara pevguhertinê ava kirin. Derbarê bazara gelek jinan eleqe nîşan dan de SFK'ê wiha got:"Hewa sar bû. Xaniyên zivistan û havînî cih guhertin. Pêdiviyên nû derketin. Loma me jî xwest em panayireke piştevaniyê ava bikin."
 
2015: Endamên Platforma Jinê ya Enqereyê ji bo balê bikşînin ser hilweşandina li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Silopiyê di 26'ê Kanûna 2015'an de çalakiya zincîra mirovan li dar xistin. Jinan zincîra mirovayê ava kirin û destên hevdu girtin piştre jî ji Kugulu Parkê heta Kuçeya Konurê meşiyan. Bi sedan jinan di çalakiyê de wêneyên hilweşandinê kirin hustê xwe û rê ji trafîkê re girtin. 
 
2019: Platforma Jina Kurd a Yekgirtî di 22'yê Kanûnê de li Amedê bi resepsiyona li dar xistin û bi hatina gel hev a gelek partiyên siyasî, sazî, rêxistinên civaka sîvîl, nîqaş kirin û piştre encamnameya xwe weşand. Di duyemîn salvegera platformê de hevparên platformê yên ji aliyên cuda diyar kirin ku ew bi dirûşma "Em ji vir in em li vir in yekîtiya me azadiya me ye" hatine gel hevdu.