24'ê Kanûna 1964'an: Rojnameger Claudia Jones jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 24 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
Rojnameger Claudia Jones a ku li Tirinidadê hat dinê, wek komunîst û femînist tê nasîn di 24'ê Kanûna 1964’an de jiyana xwe ji dest da. Bi malbata xwe re koçî Emerîkayê bû lê piştre sirgunê Îngilîstanê bû. Rojnameya yekem a reşikan West Indian ava kir. Claudia, di avakirina Karnavala Notting Hillê ya Cîhanê ya herî mezin de rolek mezin girt. 
 
Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1843: Nivîskar û helbestvana estonyayî Lydia Emilie Florence Jannsen îro hat dinê. Di sedsala 19'an de li Estonyayê nivîskariya jinan zêde nedihat pejirandin, lê Lydia dîsa jî nivîsî. 
 
1869: Helbestvana komunist a Hollandî Henriette Goverdine Anna, îro hat dinê. Ji bo Xelata Nobelê wek namzet hat nîşandan. Henriette bi nasnameya xwe ya polîtîk tê nasîn û her wiha li ser felsefeyê jî gelek nivîs nivîsand.
 
1895: Jeologa Emerîkî Marguerite Thomas Williams, îro hat dinê. Cara yekem jineke Efrîkî-Emerîkî li Emerîkayê di qada jeolojiyê de perwerdeya bilind dît ev jî Marguerite bû. 
 
1943: Tarja Karîna Halonen hat dinê. Tarja Serok komara Fînlandiyayê ya 11'emîn e û jina yekem a serok komara yekemîn e.
 
2015: Parêzer û siyasetmedara Şiliyê Adriana Margarita Olguin Buche îro hat dinê. Cara yekem jinek li Şiliyê bû wezîr ew jî Adriana bû.