23'yê Kanûna 2017'an: Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin

  • 09:01 23 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Piştî hevdîtina jinên kurd Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, ji aliyê jinên kurd ve di 23'yê Kanûna 2017'an de hat avakirin.
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1939: Peykersaz, wênesaz, çapkar Nancy Graves, îro ji dayik bû. Nancyê li ser bûyerên xwezayî kûr dibû û berhemên xwe çêdikir. Berhemên wê li Galeriya Hunerê ya Neteweyî, Muzeya Hunerê ya Brooklynê, Muzeya Hunerê ya Emerîqayê û gelek muzeyên din hat pêşkêşkirin. Nancyê hîn 29 salî bû pêşangeha xwe ya ewil li Galeriya Hunerê ya Emerîkayê vekir. Ew jina herî ciwan û ya pêncem bû ku ev rûmet bi dest xist. 
 
1981: Noqav, wênekêşa binê avê, nivîskar, arkeloga behrê, kaşîfa şikeftan Agnes Miowka, îro ji dayik bû. Agnesê dema di 29 saliya xwe di qadeke girtî de dema noqî nava avê dibe jiyana xwe ji dest dide. 
 
2015: Rêxistina Jinê Yekîtiya Star li Gundê Til Findirê yê Girê Spî bi jinan re hat gel hevdu û komuna jinan ava kir. 
 
2017: Mala Jinê ya El Cirniyê ya li Tebqayê li ser xwesteka jinan li Kampa El Tiwehnayê şax vekir. 
 
2017: Piştevaniya Mor bi dirûşma "An azadî yan azadî" konferans li dar xist. 
 
2019: Rojnameya Kurdî ya heftane "Xwebûn" li Amedê dest bi weşanê kir.
 
2020: Aktivîsta Mafê Mirovan Kerime Beluci ya li Pakîstanê ji ber fikrên xwe di 2015'an de ji bo Kanadayê serlêdana îlticayê kiribû mirî hat dîtin.