22'yê Kanûna 1986: Nivîskar Mary Burchell jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 22 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Mary Burchell ku ji bo penaberên yahudî kampanya bi rêvebir û nivîskar e, îro jiyana xwe ji dest da.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne: 
 
1880: Nîvîskara Îngiliz George Eliot li Londonê jiyana xwe ji dest da. 
 
2001: Di 20'ê Cotmeha 2000’an de li dijî girtîgehên tîpa F bi sedan girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Di roja 45'emîn a çalakiyê de girtiyan greva xwe veguherandin rojiya mirinê. Dewletê di 19'ê Kanûnê de li hemberî 20 girtîgehan operasyonek hemwext da destpêkirin. Jinan li dijî operasyonê çalakî dan destpêkirin û çalakiya protestoyan a dawî di 22'yê Kanûna 2001'ê de dest pê kir û bi binçavkirinan bi dawî bû. 
 
2019: Jin li ber parlamentoya Atinayê kom bûn û reqsa “Las Tesis” pêk anîn. 
 
2019: Platforma Jinên Kurd a Yekîtiyê bi minasebeta 1'emîn salvegera xwe li Amedê bi resepsiyonekê pêk anî. 
 
2022: Parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel hat betalkirin.