21'ê Kanûna 1920'î: Mirova Zanistê Adele Goldstine ji dayik bû

  • 09:01 21 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Programsaz û matematîkvana Emerîqayî Adele Goldstine di 21'ê Kanûna 1920'î de ji dayik bû. Adeleyê ji bo ENIAC a kompitura dijital a elektronik a yekem e pirtûka destan nivîsand. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1892: Nivîskar, wêjevan û rojnamegera femînist Rebecca West a îngîliz di 21'ê kanûna 1892'yan de hat dinê. 
 
1922: Fizîkvan, matematîkvan a Fransizî Cecile Andree Paule Dewitt-Morette îro ji dayik bû. Ceclileyê ji ber weşanên xwe di 2007'an de bi Madalyoya Serkeftina Mezin hat xelatkirin. 
 
1969: Muzîjen û lîstîvana fransî Julie Delpy îro hat dinê. 
 
2015: Girtiyên jin ên siyasî li dijî şerê li bajarên herêmê hat destpêkirin derneketin hevdîtinan. 
 
2015: Jinên ku li Melbourne civiyan êrişên li Tirkiyeyê şermezar kirin bang li hikûmeta Awusturyayê kirin ku li hemberî şîdetê bêdeng nemînin. 
 
2015: Fîlmmor di çarçoveya kampanyaya "Em dikarin kuştina jinan rawestînin" ya ku di Konferansa li Dijî Kuştina Jinan Plana Lezgî Plana Çalakiya Lezgîn amade kir.
 
2015: Di kongreya avakirinê ya jinan de "Meclîsa Şehîd Bêrîvan" a ji 32 jinan û 8 komîsyonan pêk dihat hat îlankirin.