18'ê Kanûna 1996'an: Eyşe Şan jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 18 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
Eyşe Şan, şehbanûya kurdan di 18'ê kanûna 1996'an de jiyana xwe ji dest da. Eyşe Şan a ku bi berxwedana xwe ya ji bo ziman û çanda kurdî navê xwe li dîroka kurdan daye, di heman demê de ji bo nasnameya xwe ya jinbûnê jî têkoşînek mezin daye. 
 
Eyşe Şan a ku bi berxwedana xwe ya ji bo ziman û çanda kurdî navê xwe li dîroka kurdan daye, di heman demê de ji bo nasnameya xwe ya jinbûnê jî têkoşînek mezin li dijî dewlet û mêr daye. Wekî Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Êlî jî dihat binavkirin. 
 
Hin bûyerên din ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1941: Dîroknasa amerîkî Joan Wallach Scott (née Joan Wallach), di sala 1941’ê de li Brooklynê hat dinê. J. W. Scott, derbarê dîroka fransî de xebatan daye meşandin. Ji bo teoriya femînist û dîrokê gelek hewldanên wê yên girîng pêk hatin. 
 
2015: Endamên Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) li dijî qedexeyên ku li herêmê tê domandin nobeta xwe ya aştiyê didomînin. Jinên ku dixwestin nobeta xwe li Qada Khalkedonê pêk bînin hatin astengkirin. Jinan bi çepikan astengî şermezar kirin. 
 
2015: Tora Piştevaniya Koçber/Enqere bi munasebeta 18'ê Kanûnê Roja Koçberan a Navneteweyî li dijî cudakariya li hember koçberan tê kirin vîdeoyek weşand.