17'ê Kanûna 2015'an: Hediye Şen a li Cizîrê hat qetilkirin hat defin kirin

  • 09:01 17 Kanûn 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de di dema qedexeya derketina derve de tîmên tevgera taybet Hedye Şen a hat qetilkirin bi girseyî hat definkirin.
 
Hin geşedanên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne: 
  
2015: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî qedexeya derketina derve di encama êrişên hatin kirin de Halîme Çomlek û zarokê xwe Aras Çomlek birîndar bûn.
 
2017: Mirova 3'yemîn a herî kal a cîhanê û ya Ewropayê Vela Rubîo ya 116 salî li maleke lênêrtinê ya Barcelonayê jiyana xwe ji dest da.
 
2017: Yek ji şahidên Komkujiya li Dersimê ya 1938'an Emîne Kiyançîçek li gundê Hozmerek ê navenda Dêrsimê hat definkirin.
 
2017: Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 8'emîn Lijneya xwe ya Giştî de Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu ji bo xwe hevberdevk bijartin.
 
2019: Aktîvîsta Wêje û Zimanê Kurdî  Anîsa Chferî ji aliyê rejîma Îranê ve li Herêma Kirmanşah li bajarê Şabadê hat binçavkirin.