22'yê Mijdarê 1976'an: Nivîskar Sevgî Soysal jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 22 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nivîskara Tirk Sevgî Soysal bêyî ku romana xwe ya bi navê "Hoşgeldîn Olum (Tu bi xêr hatî mirin)" biqedîne ji ber nexweşiya penceşêrê di 22'yê mijdara 1976'an de jiyana xwe ji dest da.
 
Hin bûyerên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2015: Li Wanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de lîstikvanên Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM) lîstika xwe ya şanoyê ya bi navê "Qêrîn" da pêşandan. Lîstika Qêrîn ku mijara wê tundiya li ser jinê û zewaca di temenê zarokatiyê de bû li Naveda Çandê ya Nûda hat pêşandan.
 
2015: 3'yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya ku li Amedê hat lidarxistin perdeyên xwe, bi dansa bi navê "Leyla" ku jiyana hunermenda kurd a dansê Leyla Bedirxan vedibêje girt.
 
2015: Li dijî kuştina jinan û cezagirtina kujeran bi navê "Qanûna Ozgecan" kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Milyonek û 200 kes tevlî kampanyaya îmzeyan bû. 
 
2016: Li navçeya Rezanê ya Amedê polîsan Sabîha Ucoş qetil kir.
 
2016: Li Tirkiyeyê pêşnûmeqanûna ku ger tecawizkar bi kesa tecawizî wê kir re bizewice divê cezayê wî bê taloqkirin ku li bendê bû di meclisê re bê derbaskirin di encama têkoşîna jinan de paşve hat kişandin.
 
2018: Dayika yek ji kesên ku ji bo sekreteryaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neqlî Gîrtîgeha Îmraliyê hat kirin Nasrullah Kuran ku di heman demê de keda wê di têkoşîna azadiya kurdan de hebû Kadriye Kuran jiyana xwe ji dest da.
 
2020: Ji Dayikên Şemiyê Zeycan Yedîgol 39 sal bû ji bo aqûbeta kurê xwe Nurettîn Yedîgol hîn bibe di nav çalakiyên Dayikên Şemiyê de cih digirt. Îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li dijî êrişa zayendî ya li hemberî zarokan atolyeyek li dar xist. 
 
2020: Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê, li dijî gengeşiya di nabera Herêma Federal a Kurdistanê laçikên xwe avêtin erdê û daxwaza bidawîkirina şer li kurdan kirin.