16'ê Mijdara 2015'an: Li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê

  • 09:52 16 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê di 16'ê mijdara 2015’an de li ber Qesra Dolmabahçeyê pankarta “Dayik dê rê nedin şer" vekirin û ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. 
 
Hin ji bûyerên dîrokî ku îro qewimîne wiha ne:
 
1908: Entellektuel Eugênie Le Brun a Misirî jiyana xwe ji dest da. Eugênie, li Misirê bi nêrînê xwe ya femînist reng da jiyana jinan. Bi navê "Jinên Misilman û Harem" pirtûkek nivîsand. Li mala xwe her tim bi jinan re civîn li dar xist û li ser femînizm, felsefe, huner û marksizmê nîqaş dikirin. Her tim li hemberî nêrîna jinên rojavayî azad in derdiket û li gorî wê jinên rojhilatî dê gelek tiştan nîşanî jinên din bide. 
 
1916: Margaret Sanger ji ber ku broşûra ku behsa kontrola welidînê dike li New Yorkê belav kir, hat girtin. Li Amerîkayê klînîka kontrola welidînê yekem car ji hêla Margaretê hat vekirin. Margaret di nava civakê de her tim parastina mafê jinan, wekhevî û tenduristiyê diparast û her tim alîgirê jinan bû ku jin biryara zarokanînê bide. Di 1914'an de bi navê "Sînorkirina Malbatê" pirtûkek weşand û di çarçoveya Qanûna Comstockê de hat darizandin. Hêj danişîn berdewam dikir Margaret berê xwe da Îngilistanê. Margarat li dijî kurtajê derdiket lê belê her tim jî parastina kontrola welidînê dikir. Di dîrokê de cara yekem li Amerîkayê têgehên kontrola welidînê ji hêla Margaratayê ve hat bikaranîn û têkoşîna wê hat kirin.
 
1989: Dolores Ibarrurî 45 salan serokatiya Partiya Komînist a Spanyayê kir û li Madrîdê merasîma cenazeya wê hat lidarxistin. Dolores, li Spanyayê li dijî faşîzmê têkoşînek da û bi têkoşîna xwe hat nasîn. Bi bi dirûşma "No Pasaran- Rê nadin" xitabî karker û gundiyan kiribû û bi wê axaftina xwe de bû sembol. Ji 78 welatan komînist tevlî merasîma cenazeyê bûn. 
 
2000: Nivîskara Femînist a Amerîkî Susan Sontag bi romanûsa xwe  “In Amerîca” xelata Pirtûkan a Navneteweyî girt. 
 
2002: Li Enqereyê ji hêla Odeya Tabîban ve bi navê “Bijîşk û Şîdeta li hemberî Jinan" sempozyûmek organîze kir ev tişt rê li ber 1'emîn Komxebata Tenduristiya Jinê vekir. 
 
2004: Siyasetmedar û hawirparêz a Kenyayî Wangari Maathai xelata Nobelê girt û cara yekem jinek Afrîkayî xelatek wisa girt. Her wiha Wangari di sala 1976'an de cara yekem li herêma xwe bû seroka beşê ya zanîngehê. 
 
2007: Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) 4'emîn konferansa xwe bi dirûşma "Azadî bê rêxistinbûn, Rêxistinbûn bê rêbertiyê nabe" li Amedê li dar xist. Bi sedan jin tevlî konferansê bûn û biryara avakirina meclîsan hat girtin. 
 
2015: Selamet Yeşîlmen li Nisêbîna Mêrdînê di encama guleberandina maşineyên zirxî de jiyana xwe ji dest da û li Hezexa Şirnexê hat definkirin. 
  
2017: Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW), li Myanmarê gelek jinên Arakanî bi tecawiza leşkeran re rûbirû mane. 
 
2019: Koma weşanê RCS'yê midûra Nûçeyan a Jin Newsê Safiye Alagaş layiqê xelata rojnamegeriya navneteweyî dît.  
 
2019: Rojnameger Melîke Aydin û Rûken Demîr di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê de hatibûn binçavkirin û hatin girtin.