13'yê Mijdara 1960'î: Li Amûdê 300 zarokên kurd hatin qetilkirin

  • 09:02 13 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
Îro roja salvegera qetilkirina 300 zarokên kurd e ku di 13'yê Mijdara 1960'î de li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê li Sînemaya Şehrazat bi rêya şewatê hatin qetilkirine e. 
 
Roja qirkirinê bi rêya mudurê dibistana seretayî yê rejîma Sûriyeyê 500 zarokên kurdan li eywana sîmemayê ya ku li gorî 120 kesî hatibû çêkirin hatin bichkirin. Wê rojê wê fîlmê ku serxwebûna Cezayîrê vedigot Cerîmet Nifis El Leyl (Sucdariya nîvê şevê) bihata temaşekirin. Lê beriya ku fîlm dest pê bike şewata ku li perdeya sînemayê derket li tevahiya eywanê belav bû. Mamosteyan nehiştin ku xwendekar ji cih rabin û leşkerên li ber derî jî derî qufilandin. 
 
Piştî ku agahiya şewatê hat bihîstin gel berê xwe da eywana sînemayê. Mihemedê Seîd Axa ku di nav kesên ber bi eywana sînemayê ve dibeziyan cih digirt, leşkerên ku ketina eywana sînemayê asteng dikirin derbas kir û gelek zarok ji şewatê rizgar kirin.  Lê dîsa jî ji ber şewata belav bû 300 zarokan jiyana xwe ji dest da. Hat îdakirin ku şewat ji ber pirsgirêkeke teknîkî derketiye, lê ji ber ku zarokên kurdan tenê şewitîn û derbarê bûyerê de tu lêpirsîn nehat kirin aşkera dibû ku bûyer bi awayekî bi pilan hatiye kirin.
 
Hin bûyerên girîng ên din ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
2012: Girtiyên jin ên kurd ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê dest bi greva birçibûnê kiribûn. 45 femînistên jin ji bo piştevaniyê berê xwe dan Amedê. 
 
2013: Ji bo parlamenterên jin li Meclîsê bikarin şal li xwebikin rêzname hat guherdin. 
 
2017: Jinên li Silêmaniyê ye ji Komîsyona Qanûnan a Iraqê re daxwaznameyek şand û xwestin qanûnên ku li dijî jinan hatine amadekirin paşve bê vekişandin. 
 
2018: Jina kurd a bi navê Şerarê Elyasî li Girtîgiha Navendî ya Sîneya Îranê ji hêla rejîmê ve hat darvekirin.