12'yê Mijdara 2016'an: Deriyê KJA'yê û gelek saziyên jinan hatin muhurkirin

  • 09:01 12 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Piştî hewildana derbeya 2016'an di çarçoveya Rewşa Awarte de tevî Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Jinê ya Cerenê di 12'yê mijdara 2016'an de gelek saziyên jinan hatin girtin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1934: Li Tirkiyeyê cara yekem jinek bû seroka şaredariyê. Bi hilbijartina Meclîsa Şaredariya Bûrsayê Zehra Xanim bû cîgira serok. 
 
1998: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de di pêvajoya komploya navneteweyî de piştî ji Sûriyeyê derket şûnde çû Rûsyayê û di 12'ê Midjarê de ji Rûsyayê derbasî Îtalyayê bû. 
  
2016: Kongreya Demokratîk a Gelan 7'emîn Kongreya Xwe ya Lijneyê bexşî Zehra Epli ya li Girtîgeha Gebzeyê agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da, hat kirin. 
 
2017: Li Hollywoodê jinan li dijî taciz û tecawizê beriya meşa “MeToo” li Bulvara Wilshire ya Trafîkê hatin cem hev û bi dirûşma “Êdî tu kes nikare me rawestîne" banga tevlîbûna meşê hat kirin. Jinan ji vir heta Bulvara Highlandê meşiyan. 
 
2020: DAKP, bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Deriyê Çiyê 50 wêneyên jinan hatin daliqandin û çîrokên wan jinan hatin vegotin. 
 
2020: Gulîstan Şahîn li Mêrdînê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê li goristana bêkesan hatibû definkirin. Malbatê cenaze ji vir vergirt û bir Wanê defin kir.