9'ê Mijdara 2005'an: Aysel Tugluk bû hevseroka yekem

  • 09:01 9 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di kongreya avakirinê ya DTP'ê ya di 9'ê Mijdara 2005'an de bi kotaya ji sedî 40 ya zayendê sîstema hevserokatiyê hat qebûlkirin û Aysel Tugluk bû hevseroka yekem.
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1995: Parlamentoya Ewropayê Xelata Azadiya Raman a Saharov da Parlamentera DEP'ê Leyla Zana ya di girtîgehê de bû. 
 
2005: Di kongreya avakirinê ya DTP'ê ya di 9'ê Mijdara 2005'an de bi kotaya ji sedî 40 ya zayendê sîstema hevserokatiyê hat qebûlkirin. Aysel Tugluk bû hevseroka yekem. Bi vê yekê cara yekem li Tirkiyeyê pergala hevserokatiyê pêk hat. 
 
2011: Li Navçeya Artemitê ya Wanê erdheja bi pîleya 5.6 pêk hat û 40 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. 
 
2015: Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca de bi daxwaza girtîgehê îdianame amade kir. 
 
2019: Piştî ku Hevserokên Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP'ê Şehzade Kurt û Azim Yacan hatin binçavkirin qeyûm tayînî dewsa wan hat kirin. 
 
2019: Jinan li Mêrdînê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê starta çalakiyên ew ê mehekê bikiran li Dêrikê dan. 
 
2019: Taybet Şenses a di lijneya rêveberiya (DÎSK/Genel-Îş) de cihê xwe digirt li nexweşxaneya demek dirêj tedawî lê didît ji ber pençeşêra memikan jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Lêkolîna hestiyên mirovan ên li Çiyayên Peru And hatibû dîtin, ji aliyê Zanîngeha Kaliforniya Davis ve hatibû lêkolînkirin û di kovara Science Advances de hatibû weşandin. Tê texmînkirin ev hestiyên 27 mirovan ên hatin lêkolînkirin aîdî 4 hezar sal û 17 hezar sal berê ne. Hat zanîn ev mirovana gelek jê bi çeka xwe ya nêçirvaniyê hatine veşartin. Hat hînbûn ku 11 kesên bi çekên nêçirvaniyê hatine veşartin jê jin in.