8'ê Mijdara 2018: Leyla Guven li dijî tecrîdê dest bi grevê kir

  • 09:01 8 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Guven, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.
 
Hin bûyerên din ên girîng di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1914: Hunermenda dansê Eîleen Kramer, îro bajarê Sîdney ê Avustralyayê ji dayik bûye. Eîleen piştî ku di 1940'î de tevli performanseke Bale bû dest bi reqsê kiribû.
 
1918: Siyasetmedara Kazak, Arîadna Çasovnîkova, li bajarê Ozkmen ê Kazakistanê berî bi 102 salan îro ji dayik bûye. Arîadna ya ku li taxeke kedkaran mezin bû, li tesîseke baqijkirina azotê dest bi xebata kimyageriyê kiribû. Arîadna ya ku di vê pêvajoyê de tevli Partiya Komunîst a Kazakistanê bû di 1963 -67'an de bû parlamenter. Arîadna piştre bû Endama Komîteya Navendî Partiya Komunîst a Kafkasyayê û du caran jî nîşana rûmetê girt. Arîadna di 1988'an de li Amatiyê jiyana xwe ji dest da.
  
2018: Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Guven, li dijî tecrîda li ser Rêperê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Ji herêm û ji girtîgehan jî bi hezaran kes tevli çalakiya ku Leyla Guven da destpêkirin bû. Leyla piştî ku di roja 79'emîn a çalakiya xwe de hat tehliyekirin jî çalakiya xwe li malê berdewam kir. Leyla ya ku 200 rojî çalakiya xwe berdewam kir bi çalakgerên di girtîgehê re piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 26'ê Gulana 2019'an çalakiya xwe bi dawî kir.
 
2020: Li Reqayê  "Akademiya Şehîd Welat" hat vekirin. Rêveberiya Jinan a Reqayê di çarçoveya piştevaniya bi 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinê re di 8'ê Mijdara 2020'î de "Akademiya Şehîd Elîf Welat" vekir. Elîf a ku navê wê li akademiyê hat kirin di 9'ê Tîrmeha 2019'an de, li Hesekê jiyana xwe ji dest dabû.