5'ê Mijdara 2018'an: Nivîskara kurd Meryem Qazî jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 5 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nivîskara kurd a ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Meryem Qazî ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
Meryemê di heman demê de ji bo mafên jinan jî têkoşîn da  û Meryemê berî jiyana xwe ji dest bide biryara darvekirinê ya Helale Mihemed asteng kiribû,
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
2009: Nivîskarê Rojnameya Vakitê Huseyin Uzmez ê 76 salî yê êrişa zayendî li zaroka 14 salî kir û piştre hat girtin piştî 6 mehan şûnde hat berdan. Li her aliyên Tirkiyeyê jin li dijî vê yekê derketin û şermezar kirin. 
 
2016: ACTÎT û SKB'ê li Parisê li dijî binçavkirina parlamenterên HDP'ê çalakiya korsan li dar xistin. Kolanên qerebalix ji trafîkê re girtin û gara trênê ya mezin dagir kirin. 
 
2017: Li Swîsreyê di 1908'an de Free Thînkers (Yekitiya Fikrên Azad), xelata xwe ya Fikrên Azad ku cara yekê di 2015'an de dest bi dayîna wê kiribû da rojnameger û wênesaz Zehra Dogan a ku ji ber di sala 2016'an de ji ber nûçeyên li Nisêbînê çêkiribûn di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de dihat girtin  û rojnameger û nivîskar Masîh Elînejad a ku li Emerîqayê li sirgunê dima.    
 
2017: Polîsên îtalî li Derya Spî di keştiya bi navê "Cantabria" ya şer a Spanyayê de 9 jê jinên ducanî, nêzî 20'ên wan zarok bi giştî 375 penaber dîtibûn. Her wiha di heman keştiyê de cenazeyê 26 zarokên keç jî hatibû dîtin. 
 
2017: Bi sedan malbatên li Meşleba Reqayê koç kirin piştî koçberiya 6 mehan şûnde vegeriyan ser axa xwe ya ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin.