4'ê Adara 2021'ê: Li New Yorkê peyama 'Erdogan bisekinînin'

  • 09:01 4 Adar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di îlaneke ku li Bajarê New Yorkê yê DYA'yê hat dayîn de hat gotin, "Li Tirkiyeyê 5 hezar jin û 780 pitik ji ber sedemên siyasî di girtîgehan de ne."
 
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) li Qada Tîmes a Bajarên New Yorkê li ser panoyên reklaman îlana, "Erdogan bisekinînin" û "Li Tirkiyeyê 5 hezar jin û 780 piştik ji ber sedemên siyasî di girtîgehan de ne" hat dayîn. Ji ber îlana hat dayîn AKP'ê bertek nîşan da û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî derbarê kesên îlan dan de lêpirsîn da destpêkirin
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1932: Miriam Makeba, li bajarê Johannesburgê di 4'ê adara 1932'yan de hat dinê. Afrîkaya Başûr parêzvaniya mafên mirovan dikir û wisa jî dihat nasîn. Ji bo piştgiriyê di belgefîlma Mandelayê de lîst. Ji ber fikrên xwe di sala 1960'an de pasaporta wê hat betalkirin û ji hemwelatiyê hat derxistin. Piştî 30 sal şûnde vegeriya welatê xwe. 
 
1994: Belgenameyên Tevgera Femînist a salên 1980'î ya ku ji hêla Stella Ovadiayê ve hatî amadekirin di 4-29'ê adara 1994'an de li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan de hat pêşandan. 
 
2016: Denîz Kaya ku li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê daxuyanî da, diyar kir ku girtiyan greva birçîbûnê ya ji 10 rojan carkeê a bêdem û dorveger dane destpêkirin.