26'ê Sibata 2019'an: Xelata Duygu Asena ji bo Dayikên Şemiyê hat dayîn

  • 11:18 26 Sibat 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Komeleya Nivîskaran a Tirkiyeyê PEN Xelata Duygu Asena da Dayikên Şemiyê. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2015: Ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Tûrizma Şaredariya Mezin a Mêrdînê belgefilmê li ser jiyana Dayika Berfo (Berfo Kirbayir) a 106 salî jiyana xwe ji dest da û bûbû sembola malbatên windayî hat pêşandan. 
 
2015: Bernameya 4'emîn Meşa Jinên Cîhanê  (DKY) a bi dirûşma "Em ji bo xwe, keda xwe û axa xwe dimeşin" li Nisêbînê starta xwe da hat eşkerekirin. 
 
2016: Sultan Seçik a bi nasnemeya jina sosyalîst bi salane têkoşîn da li nexweşxaneya tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
 
2018: Li Îspanyayê konfederasyonên sendîkayê û rêxistinên jinan di 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de bi gotina "Jiyanê bide sekinandin" li tevahiya welêt banga grevê kir. 
 
2021: "Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" ku her sal ji aliyê Odeya Tabîban a Amedê ve tê dayîn, dan Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn.