6'ê Sibata 1935'an: Nezihe û Şaziye bûn namzetên parlamenteriyê

  • 11:07 6 Sibat 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ji 1930'î şûnde bi hinek zagonan jin berê beşdarî hilbijartinên şaredariyan dawiyê jî beşdarî hilbijartinên keyatiyê bûn. Mafên hilbijartinê yên jinan ên ji bo parlamenteriyê jî di 5'ê Kanûna 1934'an de hat dayin. 
 
Nezihe Muhiddin û Şaziye Berrin bûn namzetên parlamenteriyê yên azad û di 6'ê Sibata 1935'an de hat eşkerekirin ku bûne namzet. Nezihe û Şaziye têkoşîneke bêhempa dan lê nehatin hilbijartin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2016: Bi dirûşma "Jina Azad Temînata Sûriyeke Demokratîk e" bi beşdariya 72 jinên Rojava û ji Sûriyeyê 1'emîn Konferansa Jinên Sûriyeyê pêk hat. Konseya Jinê ya Sûriyeya Azad hat avakirin. 
 
2019: Li ABD'ê rahibeyên beşdarî kampanyaya  “(MeToo) #ez jî” jinên destdirêjî li wan hatibûn kirin bûbûn ji Kovara Cîhana Dêrê re axivîn û diyar kirin ku ew ji aliyê rahîp û psîkoposan bi destdirêjiya zayendî rû bi rû mane. Piştre Vatîkanê jî daxuyanî da û ev gotin piştrast kir.