23’yê Gulana 2001'ê : Ji bo femînîsta Misîrê piştevanî

  • 10:13 23 Gulan 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Aktîvîsta femînîst a Misirê û nivîskar Nawal El Saadawî, di rojnameya Al-Midan di roportaja xwe ya di Adara 2001’ê de hatibû weşandin de, pelçiqandina jinan bi siyaset, aborî û çandê ve girê dabû û gotibû ol di civakan de ji bo pelçiqandina jinan tê bikaranîn. Her wiha newekheviya di navbera jin û mêran de yên di mijara mafê mîrate, pir zewaciyê de anîbû ziman. Nawalê di nivîs û pirtûkên xwe de di sala 1957’an ku dest bi nivîsê kir, li ser statuya qanûnî ya jinên Ereb, newekheviya zayendî, şîdeta nav malbatê û sineta jinan sekinî. Nivîs û pirtûkên Newalê ji aliyê hikûmeta Misirê û oldarên wê ve wek xetere hat qebûlkirin. Nawal neçar ma berhemên xwe li Lubnanê biweşîne.
 
Di 1980’ê de ji peywira xwe ya Wezareta Tenduristiya Misirê hat girtin; di 1981’ê de ji ber xebatên polîtîk ji aliyê serokomarê demî Enwer Sedat ve hat hepskirin. Di 1991’ê de  yekem saziya qanûnî û femînîst a serbixwe Komeleya Piştevaniya Jinên Ereb ku wê ava kiribû, hat girtin. Piştre du kovarên ku derxistibû hat qedexekirin. Heman salê ji aliyê Oldarên îslamî ve hat tehdîdkirin û neçar ma Misirê terk bike.  Li DYA û Ingîlistanê li zanîngehên cuda ders da. Di 1996’an de vegeriya Misirê. Gelek caran pirtûkên wê hatin sansurkirin û herî dawî di Sibata 2001’ê de di Fuara Pirtûkan a Kahîreyê de pirtûkên wê hatin sansurkirin û komkirin.
  
Ji bo Newalê kampanya hat destpêkirin, piştî roportaja wê ya kovara Al-Mîdan,  miftiyê misirê ji bo tezkîpkirina nêrînên wê, Nawal hişyar kir. Nawal da zanîn ku rojnamegerên roportaj kirine, nêrînên wê berovajî dane û wê tenê agahiyên dîrokî aşkera kiriye. Li ser vê di Nîsana 2001’ê de parêzerekî li Nawalê doz vekir û got ji ber nêrînên wê divê ji ola Îslamê bê derxistin û girêdayê vê zewaca wêya 37 salî ya bi Dr Şerîf Hetata re bê feshkirin. Nawalê ji ber tehdîdên li hember wê û jiyana hevjînê wê banga piştevaniyê li qada navneteweyî kir.
 
Kampanya piştevaniyê ji aliyê Projeya Mafê Mirovan a Jinan ve hat meşandin. Di lingê kampanyayê ya li Tiriyeyê de, Îmze hatin komkirin. Di nameyê de hat diyarkirin ku ew li dijî feshkirina zewaca wê û derxistina ji ol in û hişyar kirin ku ger ev hewldan şûnde bên kişandin wê li Misirê edelet û azadiya fikr û ramanê bikeve bin garantiyê. Name bi îmzeyên hatin komkirin, ji seferatxaneya mezin a Misirê re hat şandin. Di encama piştevaniya navneteweyî de doz erênî encam bû.
 
Bûyerên din yên girîng ên di dîrokê de derketin pêş wiha ne:
 
2015: Li Mîdyadê bi pêşengiya KJA’yê bi tevlîbûna sedan jinî, Buroya Hilbijartinê ya Jinan a ku bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî xizmet dida hat vekirin.
 
2016: 8 xebatkarên jin ên di Depoya Gebezeyê ya şîrketa kozmetîk a Avonê de dixebitîn, endamê Sendîkaya Karkerên Depo û Lîmanê (DGD-Sen) bûn ji ber faliyetên sendîkayî di 19’ê Gulanê de ji kar hatin avêtin.  Jinan li ber depoya Gebzeyê ya şîrketê çalakî pêk anîn.
 
2019: Odeya tabîban a Stenbolê ji bo bîranîna doktora diranan,  Sevînç Ozguner, Xelata Demokrasî, Aştî û Mafê Mirovan da Dayikên Şemiyê.