14'ê Adara 1868'an: Aktîvîst Emily Murphy hat dinê

  • 10:35 14 Adar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Parêzvana mafên jinan Emily Murphy a Kanadayî li Cookstownê hat dinê. Emily di sala 1917'an heta 1929'an pêşengiya kampanyaya ku ji bo jin tayînê Senetoyê bikin kir. Ji bo mafê mal û milk û bikaranîna mafê dend dayînê her tim di nava têkoşînê de bû. Her wiha ji bo vê têkoşînê jî divê biketa Senetoyê. Di çarçoveya Qanûna Bakurê Amerîkayê ya Îngiliz (BNA) de Dadgeha Bilind a Kanadayê biryara "Jin ne mirov in" da. Emily û 4 jinên ku ji partiyên din wekî "Penç kesên navdar" tên nasîn serî li Komîteya Edlî dan. Di sala 1867'an de Qanûna BNA'ê biryara da ku jinê jî tevlî têgaha "mirov" bike. 
 
Biryara komîteyê rê li ber endamdiya jinan a Senatoyê vekir. Di sala 1919'an de Emily bû seroka Federasyona Enstituya Jinan û di Împaratoriya Îngilistanê de carek jinek bû dadger.  Di sala 1933'an de Emily jiyana xwe ji dest da.
 
1887: Nivîskar Sylvia Beach di 14'ê adara 1887’an de li Baltimora Amerîkayê hat dinê.